Belgefilma Heskîfê di pêşbirkê de ma fînalê

img
ÊLIH - Belgefilma “Dîroka Mirina Avê” ya ji aliyê derhêner Alî Ergul ve li ser hilweşandin û texrîbata Heskîfê ya dê bin Bendava Ilisû de bê hiştin, amade kir, di Belgefîlmên Filmên Bajar û Mîmartiya Navneteweyî ya 12’emîn a Stenbolê de ma fînalê. 
 
Belgefîlmên îsal di 12’emîn Belgefîlmên Filmên Bajar û Mîmartiya Navneteweyî ya Stenbolê de man fînalê, diyar bûn. Di bangawaziya Şaxa TMMOB’ê ya Stenbolê kir de, hat ragihand ku îsal ji 90 welatan ji bo 950 fîlman serî li mîhrîcanê hatiye dayîn. 
 
Komîteya Mîhrîcanê, di beşên “Belgefîlm” û Anîmasyonê” de serlêdan qebûl kirin. Dinava serlêdanên hatin kirin de 51 belgefîlm û 7 jê filmên animasyona di fînalê de man. Dinava van filman da, belgefîlma “Dîroka Mirina Avê” ya ji aliyê derhêner Alî Ergul ve li ser hilweşandin û texrîbata Heskîfê ya dê bin Bendava Ilisû de bê hiştin amade kir, ma fînalê.
 
DERHÊNER ERGUL: DIVÊ EM XWEDÎ DÎROKA XWE DERKEVIN
 
Derhênerê belgefîlmê Alî Ergul, têkildarî belgefîlma wî ya li fînalê ma de ji Ajansa Mezopotamay (MA)  re axivî û got: “Bi kêşandina fîlmê, min armanca kir ku ez alîkariyek biçûk ji bo têkoşîna 30 salan tê dayîn bikim. Min xwe gihand mirov û ev fîlm çêkir.”