Keşîşxaneya Çiyayê Dêrê bi hilweşandinê re rû bi rû ye

img

MELETÎ - Keşîşxaneya dîrokî Çiyayê Dêrê ya li Meletiyê ji ber bêeleqetiyê û êrîşên ravkerên defînê bi hilweşandinê re rû bi rû ye. Keşîşxane terkî însafa kesên tiryak kêş hatiye kirin û bûye kavil. 

Keşîşxaneya Çiyayê Dêrê ya Meletiyê, ya li gorî qeydên fermî weke Çiyayê Mûşar, li borî gelê herêmê weke Çiyayê Dêrê û li gorî hin kesan jî weke Çiyayê Abdulvahap tê zanîn, ji ber bêeleqetiyê û êrîşên ravkerên defînê bûye kavil. Ji Çiyayê Dêrê mirov hemû xweşikî û menzereya Meletiyê dibîne û mirovan dike heyranê xwe.
   
Li gorî hin dîrokçeyan Qralîtiya Komagene Keşîşxaneya Çiyayê Dêrê avakiriye. Lê li gorî hin kesan jî ji serdema Urartuyan ve hatiye avakirin û  li gorî hin dîrolçeyên din jî keşîşxane aîdê serdama Împaratoruya Roma ya Rojhilat, an got (Cenevîziyane). Keşîşxaneya ligel hemû texrîbatan karî heya roja me ya îro bimîne, niha jî terkî însafa ravkerên defînê hatiye  kirin. 
 
XWEDÎ XWEŞIKIYEK BI BANDORE
 
Keşîşxaneya 50 kîlometre dûrî Meletiyê û 100 kîlometre jî dûrî Xarpêtê, li ser Çiyayê Mûşar cih digire. Ji asûyên çiyê jî, mirov navçeyên Argan, Yazihan, Hekîmxan, Erxevan û Erebgir ên Meletiyê û Çiyayê Mûnzûrê pir net dibîne û xwe gihandina serê çiyê pir zor û zehmet. Ji Bendava Keban bigirin heya Pira Komurhan ên li ser Çemê Firat hatine avakirin, li dûra çiya  çenberek nîvî xêz dike.
 
Çiyayê Mûşar a demek weke qada perwerdê ya leşkerî hat bikar zanîn, niha terkî insafa tiryarkêşan û ravkerên defînê hatiye kirin. Diwarên keşîşxaneyê bi demê re hilweşiyan û gelek nivîsên bi boyaxa sprey li ser dîwarên wê hene. 
 
WÊNEYÊN DÎROK JI CIHÊN WAN HATINE KIRIN 
 
Wêneyên Hezretî Îsa û Dayika Meryem ên bi keşîşxanê vê ji cihên wan hatine kirin, goristana li kêleka keşîşxaneyê û sarinca avê hema bêjê tune bûne. Me derbarê mijarê de bi rojnameger Cûmalî Uyan re hevdîtin kir û agahiyên têkildarî keşîşxanê ji wî girtin. Uyan, diyar kir ku di warê dîroka herêmî de, keşîşxane xwedî girîngiyek mezine û wiha axivî: “Ji salên 70’î ve keşîşxane nehatiye restore kirin. Ji bo restorekirina keşîşxaneyê gelek hewldan hatin kirin. Lê vîna siyasî û rêveberiyên herêmê tu girîngî nedan van hewldanan.”
 
‘PÊŞNIYARÊN MIN CÎDÎ NEGIRTIN’
 
Uyan, di dewama  axaftina xwe de wiha got: “Dema ez di sala 1979’an de Midûrê Tûrîzm û Danasîna Bajêr bû, min bi armanca lêkolînkirina herêmê û qad ji bo tûrîstan vekirin, gelek pêşniyar kirin. Lê kesekê tu eleqe nîşanî vê yekê nedan. Derbarê dîroka keşişxaneyê de tu agahiyek zelal û zanist tuneye.”
 
‘DIKARIN HERÊMÊ JI TÛRÎZMÊ RE VEKIN’ 
 
Uyan, da zanîn ku divê keşîşxaneya dîroka ya li serê Çiyayê Mûşar, bê restorre kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dikarên vê derê ji bo tûrîstên herêmî û biyanî vekin.  Ji bo avakirina binesaziyê, dibe ku hinek mesrefa dewletê lê biçe û herêmê ji tûrîzmê re vekin. Lê nakin.”
 
MA / Erdogan Alayumat