Belgefîlmên Bîr û Nûjîn xelatên herî baş girtin

img
STENBOL - Belgefîlma Bîr a ku derhêneriya wê Veysî Altay kiriye, di Mihrîcana Filmên Navneteweyî ya La Paz de û Belefîlma Nûjîn a heman derhênerî di Mîhricana Fîlmên Navneteweyî ya Atlantik de xelatên belgefîlmê herî baş wergirt. 
 
Derhêner Veysi Altay bi belgefîlmên Bîr û Nûjîn xelatên belgefîlma herî baş wergirt. Altay, bi Belgefîlma Bîr di Mihrîcana Filmên Navneteweyî ya La Paz de û bi Belefîlma Nûjîn di Mîhricana Fîlmên Navneteweyî ya Atlantik de xelatên belgefîlmê herî baş wergirt. Belegîlma Bîr di 5-8'ê Îlonê de li Bolivya di Mihrîcana La Paz de hat pêşandan û fîlma herî baş hat hilbijartin. Belgefîlma Nûjîn ku êrîşên DAIŞ'ê yên li dijî Kobanê digire dest jî di 12-15'ê Îlonê de li Kolombiya li Mihrîcana Navneteweyi ya Atlantik hat pêşandan û wekî belgefîlma heri baş hat hilbijartin. Nûjîn berê jî li Mihrîcana Fîlman a Babel li Îtalya hatibû hilbijartin. Belgefîlma Bîr  jî li Hindistanê di mihrîcana Fîlman a Lakecityê de wekî çîroka baş hatibû hilbijartin.