Li Stenbolê şevbihêrka dengbêjan

img

STENBOL – Dengbêj Mihemedê Serhedê û Mihemedê Şemê li Stenbolê şevbihêrk li dar xistin û şev bi kilaman geş kirin. 

Li Stenbolê çanda dengbêjiyê bi şevbihêrkan didome. Dengbêj Mihemedê Serhedê û Mihemedê Şemê li Şevîn Performance derketin ser dikê û kilam gotin. Gellek nivîskar, helbestkar û dengbêjhez beşdarî şahiya dengbêjan bûn. Şevbihêrk bi moderatoriya helbestkar Keremo pêk hat. Di destpêka şevbihêrkê de Keremo li ser çanda dengbêjiyê axaftinek kurt kir. Keremo destnîşan kir ku yek çandên herî qedîm ya kurdan kilam ango dengbêjiyê û dengbêjiyê wêjeya devkî ya kurdan heta roja îro aniye. Keremo diyar kir ku heke ne ji dengbêjên mîna Evdalê Zeynikê, Reso, Şakiro, Huseynê Mûşê, Seyadê Şamê, Salihê Beynatê û yê mîna wan bûya, îro tu kesî bi çîrokên lehengî û hemû qewimandinên hatine serê kurdan dê haya wan jê tunebûya. Keremo got ew minetdarê mîraseya dengbêjan e û heke dengbêjî tunebûya wê îro belkî kesî bi çîrokên mîna Edûlê û Derwêş û bi dehan çîrokên din seh nekirina.
Piştî axaftinê Dengbêj Mihemedê Serhedê û Mihemedê Şemê bi dorê kilam gotin û pişt re avêtin ber hev û şevê li ber kilaman ji hev xweştir xemilandin.