Hejmara nû ya Kovara Dilopê derket

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 4'an a kovara çand, huner û polîtîkayê ya dumehî Dilopê derket. 
 
Hejmara 4'an a kovara çand, huner û polîtîkayê ya dumehî Dilopê, derket. Dosyeya hejmara çaran a Dilopê, weşnageriya kurdî û barê weşangeriya kurdî ye. Dosye bi moderatoriya xwediyê Weşanxaneya J&J û Berdevkê Înîsyatîfa Weşangerên Kurd Azad Zal hatiye amadekirin. Di dosyeyê de bi Weşanxaneya Aramê, pirtukakurdi.com û Weşanxaneya Darayê û weşanxaneya zarokan Weşanxaneya Morî cih girtine. 
 
Di hejmara nû de 11 jê bi tirkî û 13 jî nivîs, helbest û gotarên bi kurdî hene. Di vê hejmarê de Recep Maraşli, Fewzî Bîlge, Ulku Bîngol, Durzan Cîrano, Hilde Domîn, Bulent Kuçuk, Haci Bîşkîn, Nebez Rêbiwar, Zeynep Yaş, Johannes Saltzwedel, Talat Çetînkaya, Enver Ozkahraman, Nîhat Gultekîn, Emerîkê Sidîqayê, Omer Dilsoz, Namik K. Dînç, Alî Baran, Firat Cewerî, Erdal Sîpan, Bariş Avşar, Mîna Acer, Rêdûr Dîjle, Selamî Esen, Zahîr Kayan û Şêx Evdirehmanê Axtepî bi nivîs, helbest, gotar, wêne û hevpeyvînên xwe bûne mêvanê kovarê.