Ne bi pereyan, bi pirtûkan portreyan xêz dike

img

SEMSÛR - Eger hûn li Semsûrê bin û bixwazin portreya we bê xêzkirin, tevî pirtûkekê biçin atolyeya wênesaz Mûstafa Çelenk. 

Li Semsûrê wênesaz Mûstafa Çelenk, bi beramberiya pirtûkan portreyên mirovan xêz dike. Atolyeya Çelenk li navenda bajêr e.  Çelenk, diyar kir ku ji ber rewşa wî ya aborî nebaş e, nikare pir pirtûkan bikire û ji ber dixwaze pirtûkan bixwîne ew bi vî awayî wan peyda dike. Çelenk got: "Gelek pirtûk hene ku nikarim wan bikirim. Loma ji kesên dixwazin wêneyên wan xêz bikim re dibêjim 'eger hûn vê pirtûkê bikirin, ez ê portreya we xêz bikim.' Carinan jî kîjan pirtûkê bînin, ez beramberî wê çêdikim. Lê her pirtûkê jî qebûl nakim. Mesela pirtûkên dersê ji ber her sal diguherin wan qebûl nakim. Bi piranî pirtûkên wêjeyî, felsefî, teorî, zanist, roman, helbest, çîrok, Qur'an, Încîl û Tewratê digirim." 
 
Çelenk, anî ziman ku hin caran kes dixwazin pereyan bidin, lê ew ji wan re dibêje: "Biçin vê pirtûkê bikirin. Wê çaxê jî heyr dimînin. Naxwazim bi pereyan kar bikim. Eger bi pereyan xêz bikim, dê ferqa min û esnafan ji hev tune be. Lê dema pirtûk tê kirîn, ew tê wateya hûn di warê zanyariyê de danûstendinekê dikin. Ez wêne didim wan, ew jî pirtûkan didin min." 
 
Çelenk, diyar kir ku her wiha ew van pirtûkan bi xwendekarên xwe re jî parve dike. Çelenk, destnîşan kir ku li welat rêjeya xwendinê pir kêm e û loma heta ji destê wî tê ew pirtûkên li cem xwe bi herkesî re parve dike.  Çelenk, got ew ji bo debara xwe li dîwarên derve wêneyan çêdike.  Çelenk, anî ziman ku dibe ku di pêş de ew bi beramberiya çîçekên di gulwazan de, toximan, ax û amûrên kevin jî wêneyan xêz bike. 
 
MA / Erdogan Alayumat