Minareya Mele Abdullah Zaviyesî jî ji cihê wê rakirin: Ev zilme

img

ÊLIH – Minareya Mele Abdullah Zeviyesî ya li Heskîfê ji cihê wê rakirin. Beşîr Tapkan ê ji gundê Kesmekoprû yê temeşiyî bakirina minareye dikir, diyar kir ku ew li dijî barkirina tirbeyê ye û got “Ev tişta tê kirin zilme.”

 
Ji ber Bendava Ilisû, dê li Heskîfê dîroka 12 hezar salan dibin avê de bimîne. Li Heskîfê li aliyekê hilweşandin berdewam dike û li aliyê din jî, eserên dîrokî û pîroz ji cihên wan tên rakirin. Piştî rakirina Tirbeya Zeynelbey û Hemama Artûklû niha jî Tirbeya Mele Abdullah Zaviyesî ya 400 ton giran, serê sibê ji cihê wê hat rakirin. Tirbe li wesayîta SPTM a 96 tekerî bar kirin û anîn gundê Arkeoparkê. Di dema barkirina minareyê de polîs û cendirmeyan hawirdor, dorpêç kirin. 
 
Ji niştecihên gundê Kesmekopru Beşîr Tapkan, yê kar û barê barkirinê bi çavên xemgîn şopandin, diyar kir ku ew naxwazin minare zirarê bibîne. Tapkan, anî ziman ku ew li dijî barkarina tirbeyên dîrokîne û wiha got: “Gava kese we ji cihê we yê rûniştî rabike, ma hûnê aciz nebin? Ev tişta tê kirin zilme. Dixwazin me ji cih û warên me bikin. Em dixwazin li vê derê bijin û naxwazin biçin cihek dikin.”