Dê bi projeya Helbestên Azad, helbestên girtiyan bibin pirtûk

img

STENBOL - Endamê Piştavaniya Zindanan Zeynep Eroglû ku di çarçoveya projeya "Helbestên Azad" de helbestên girtiyên siyasî berhev dike, diyar kir ku ew dixwazin bibin dengê girtiyan û got: "Armanca me ew e ku neyên jibîrkirin û xwedîderketina li berxwedana wan e." 

Koma Piştevaniya Zindana, hewl dida helbestên kurdî yên girtiyên siyasî bi navê" Helbestên Azad" çap bike. Endama Koma Piştevaniya Zindanan Zeynep Eroglû, behsa projeya "Helbestên Azad" kir. 
 
Eroglû, diyar kir ku bi salan e ew pêwendiyê bi girtiyan re datînin û ji bo ew bibin dengê girtiyan wan dest bi projeyeke wisa kiriye. Eroglû, anî ziman ku heta ji destê wan tê ew projeyê ji hemû girtiyan re vedibêjin û got: "Girtiyên ku me xwe gihand wan proje li xweşa wan çû. Û helbestên xwe dişînin. Ji ber ku kurdî bi salan e qedexe ye, wan xwestiye proje ji helbestên kurdî pêk bê." Eroglû, destnîşan kir ku herkes namzeteke girtibûyînê ye û got: "Girtiyên ku em dibin dengên wan em  bixwe ne. Armanca me ew e ku neyên jibîrkirin û xwedîderketina li berxwedana wan e." 
 
Eroglû, diyar kir ku qada jiyanê ya girtiyan tê sînordarkirin û got: "Girtî her roj bi qedexeyan re rû bi rû dimînin. Wan dernaxin hewadariyê, hevdîtin û mafê wan ê telefonê, pirtûk tên qedexekirin û di girtîgehê de nahêlin girtî biçin cem hevdu." Eroglû, bilêv kir ku ev girtiyên ku bedena wan hatiye girtin, ji bo ruhê xwe zindî bikin tim dixwînin, helbest, çîrok û romanan dinivîsînin. Eroglû diyar kir ku nivîsandin ji bo girtiyan bûye perçeyeke jiyana rojane û di dema sewqkirinê de, ji bo hevdîtina bi parêzeran re tim daxwaznameyan dinivîsinin û bêwestan bi nivîsê egzersizan dikin. 
 
‘ÊN KU BÊYÎ NIVÎSÊN WAN BÊN WEŞANDIN Û MIRIN' 
 
Eroglû, anî ziman ku nivîsandina bi destan zehmet e û got: "Dema tu bi destan dinivîsî, daîma tu nivîsê sererast dikî. Amûrên teknolojîk tune ne. Ji bo vê di warê ruhî, mêjî û keda destan de tevdigerin. Di zor û zehmetiyên wisa de berheman dinivîsînin, lê yan îdare dest datîne ser van berheman an jî ji ber rewşa aborî nayên çapkirin û tên jibîrkirin. Mesela Aram Akyuz 22 salan di girtîgehê de ma, dema di girtîgehê de bû xebatên wî yên terorîk hebûn û ew ji weşanxaneyan re şandibûn, lê nehatin çapkirin. Akyuz krîza dil derbas kir û ji ber îhmalkariyê mir. Gelek hevrêyên me yên berhemên xwe ji weşanxaneyan re şandine, lê bêyî ku bên çapkirin mirine hene." 
 
‘HETA NENIVÎSNIN ROJ HILNAYÊ' 
 
Eroglû got: "Girtî heta nexwîne roj naçe ava û heta nenivîsîne nroj hilnayê. Em dixwazin bi helbestên wan, wan û hezkiriyên wan bînin cem hevdu. Ev çalakiyeke ku ken li rûyê hevalên meyên ku tevî hemû tiştî li ser piyan e." Eroglû diyar kir ku divê xwedî li vê keda girtiyan bê derketin û got: "Projeya Helbestên Azad, projeyeke ku bi feraseta azadiyê emanetkirin helbestan e." 
 
MA / Melike Ceyhan