Kovara Guney feraseta hunera Yilmaz Guney didomîne

img
ÊLIH – Kovara Guney a Yilmaz Guney derdixist piştî jiyana xwe ji dest da jî hevalên wî kovarê derdixin. Hevalên wî xwe amade dikin hejmara 100’emîn a kovarê di çarçoveya feraseta hunera Guney de dê derbixin. 
 
Hunermend Yilmaz Guney ê di sînemaya Tirkiyeyê de cihek û rolek girîng leyîst, di 34’emîn salvegera wefata xwe de bi çalakiyên cûr bi cûr tê bibîranîn. Hevalên Guney feraseta wî ya hunerê didomînin. Guney bi navê Kovarek Guney derdixist. Piştî çû ser dilovaniya xwe hevalên wî li Ewropaya weşangeriya vê kovarê domandin. Di 1997’an de li Tirkiyeyê jî kovar hat weşandin. Heta îro 99 hejmarê kovarê derketin û di mehên pêşiya me de dê hejmara 100’emîn a kovarê bê amadekirin. Midurê Karê Nivîsan a Kovara Guney ku bi feraseta hunera Yilmaz Guney weşana wê têm domkirin Çetîn Desde têkildarî feraseta hunera Guney û têkoşîna wî Ajansa Mezopotamya re axivî.  
 
'LI SER XETA GUNEY WEŞANGERIYÊ DIKE’ 
 
Guney bi bîr xist ku Kovara Guney bi armanca di qada çand, huner û wêjeyê de ramanên sosyalîst ji karker û kedkaran re vebêje dest bi weşana xwe kir û got: “Em ne bê alî ne. Çawa Yilmaz Guney li dijî burjuvayê li cem karker, kedkar û bindestan cih digirt, kovar li ser heman kevneşopiyê weşana xwe dom dike.” 
 
'BI HUNER Û NÊRÎNÊN WÎ SIYASÎ BELAV DIKE’ 
 
Desde anî ziman ku kovar li ser xeta feraseta çand û hunera Yimaz Guney digirin dest û ew dixwazin bi kovarê nêrîna siyasî û hunera Yilmaz Guney bi kovarê bidin jiyîn. Desde da zanîn ku rêya herî rast ew e Guney bi berhem û hunera wî bidin jiyîn û li pêş bixin û tenê ew ne sînemagerek pir baş bû di heman demê de divê propaganda nêrîna wî ya siyasî jî bê kirin. 
 
‘GEL JÊ HEZ DIKE’
 
Desde destnîşan kir ku kovara wan li dijî dirûşm berzkirinê ye û ew fikr, raman û hunera Guney berbelav dikin. Desde got Yilmaz Guney di dilê gel de bûye text û hêj bi milyonan mirov hezkiriyên Guney hene û wî ji bîr nekirine.  
 
MA / Metîn Yoksu