Dengbêjan ji bo Cizîrî kilam gotin

img
ÊLIH – Li Êlihê dengbêj di şahiyekê de hatin gel hev û ji bo dengbêj Fadil Cizîrê ku ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dest da kilam gotin. 
 
Dengbêjên Êlihê ku di bin banê Navenda Çandê ya Baharê de xebatên xwe didomînin, Şevbêrka Dengbêjan li dar xistin. Dengbêjên mîna Evdilê Reşikî, Muzaferê Celdekî, Ahmedê Xî, Xalitê Bedlîsî, Ezizê Koçer, Faikê Kifîfî, Hesenê Elikî, Hozan Hadî û Şehmûsê Erbanecî kilam gotin. Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz û hejmareke zêde welatî beşdarî şevbêrkê bûn.
 
Şevbêrk ji bo dengbêjên ku jiyana xwe ji dest dane bi rêzgirtinê dest pê kir. Di şevbêrkê de beriya kilaman, Koma Erbanê ya Navenda Çandê ya Baharê derket ser dikê û li erbanê da. Piştî vê yekê dengbêj derbasî dîwanê bûn û ji bo dengbêj Fadil Cizîrê ku ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dest da kilam gotin.  
 
 Di şevbêrkê de hat xwestin ku xwedî li dengbêjên ku çanda kurdan gihandine roja îro bê derketin.