Teatra Jiyana Nû atolyeyeke nû dide destpêkirin

img

STENBOL - Ji bo gihandina şanogerên nû Teatra Jiyana Nû atolyeyek vekir û serlêdanên atolyeyê dest pê kirin. Dê serlêdan heta meha Mijdarê dewam bikin. Şanoger Omer Şahîn got: "Cihê herî sereke yê hîn bûnê atolye ne." 

Teatra Jiyana Nû ku di sala 1991'ê de di bin banê Navenda Çandê ya Mezopotamyayê NÇM) hat avakirin, 27 sal in bi şanoya kurdî derdikeve pêşberî gel. Kom ewilî di sala 1996'an de bi lîstika bi navê "Hêlîn" derket ser dikê û ji wê rojê heta niha bi dehan lsîtik pêşkeş kirine. Herî dawî jî bi lîstika bi navê "Bêrû" derket pêşberî gel. Komê ji bo pêşandana lîstikan li gelek bajaran ewyan peyda nekir, lê belê bi derfetên xwe bi awayekî lîstikên xwe pêşkeş dike. 
 
Teatra Jiyana Nû, niha li ser lîtikên nû hûr bûye. Li gel vê ji bo gihandina şanogerên nû jî atolyeyan li dar dixe. 
 
Endamê komê şanoger Omer Şahîn, zext û zoriyên ku di dema Rewşa Awarte de bi wan re rû bi rû man nirxandin. 
 
SERLÊDANÊN JI BO ATOLYEYÊ DEST PÊ KIRIN 
 
Şahîn, da zanîn ku serlêdanên ji bo atolyeya şanoyê di 1'ê Tebaxê de dest pê kirine û dê serlêdana heta meha Mijdarê dewam bikin. Şahîn, diyar kir ku kesên dixwazin tev li atolyeyê bibin dikarin biçin Mezopotamya Sahneyê ya li Beyoglûyê ye an jî dikarin li ser www.teatrajiyananu.com jî serlêdana xwe bikin. Şahîn, destnîşan kir ku ew ê ji nav kesên serî li atolyeyê bidin 25 kesan hilbijêrên. 
 
'DÊ BEDENA XWE, DENGÊN XWE NAS BIKIN' 
 
Şahîn, da zanîn ku dê lia tolyeyê perwerdehî 6 mehan dewam bike û got: "Em ê dersa şanoyê bidin hevalên me yî ku serî li atolyeyê bidin. Dê bedenên xwe, dengên xwe nas bikin. Her wiha em ê jî derve şanogeran bînin û dersan bidin. Em ê di dawiya atolyeyê de lîstikekê amade bikin. Piştî atolyeyê hevalên ku bixwazin bi me re bixebitin, em ê wan daxilî nav xebatên xwe bikin." 
 
'ATOLYE CIHÊ HERÎ SEREKE YÊN HÎNBÛNÊ NE' 
 
Şahîn, bilêv kir ku di şanoyê de atolye destpêka xebatên şanoyê ne û got: "Mirov bi atolyeyan ne dibin şanogerên pispor û ne jî muzîkjen. Lê atolye ji bo hînbûna tiştekî cihên herî sereke yên hînbûnê ne. Ji bo kurdan girîngiya wan jî ew e ku heta niha kurdan bi van atolyeyan şano hilberand û hînî şanoyê bûn. Çimkî ne konservatuvareke wan ne jî akdemiyeke wan a hunerê heye. Loma an ên ciwanên kurd biçin zanîngehên pergalê û ji çand û zimanê xwe dûr bikevin ku ev yek ne tiştekî rast e an jî dê li atolyeyên xwe hînî vî tiştî bibin." 
 
'EM HER CURE LÎSTIKÊ DILÎZIN' 
 
Şahîn, destnîşan kir ku di demên dawî de bi hinceta Rewşa Awarte gelek saziyên çandê bi KHK'yan hatin girtin û got: "Lê ligel van girtinan jî me xebatên xwe domandin. Helbet tesîr li me jî kir. Berê me li ser dikên saziyên fermî jî lîstikên xwe pêşkeş dikir. Lê ji ber van çewisandinan nemaze jî dema me lîstika xwe Bêrû lîst em bi pirsgirêkan re rû bi rû man. Me serî li kur dida cih nedina me. Em jî li cihên alternatîf geriyan. Dibe di vê serdema nû de jî çewisandin dewam bikin. Lê ev ji bo me ne asteng in. Dibe ku her derî ji bo me bigirin. Eger vê bikin jî, em ê dakevin kuçeyan û li nav gel lîstikên xwe bilîzin. Çi dikin bila bikin, lê em ê bi awayekî lîstikên xwe bilîzin." 
 
'ME HEM DA FIKIRANDIN HEM JÎ DA KENANDIN' 
 
Şahîn, têkildarî lîstika "Bêrû"yê jî got: "Bêrû lîstikeke polîtîk û komedî ye. Di şert û mercên Rewşa Awarte de em di serdemeke ku parvekirineke li ser medyaya civakî jî dibe sedema girtin de derbas dibin. Di serdemeke wisa de kenîn çalakiyeke şoreşgerî ye. Dema mirov dikene baweriya wî bêtir bi wî tê û derûniya wî baş dibe. Û mirov bi vî awayî rihet dijîn û di jiyana wan de guherîn çêdibin. her wiha bi vî awayî dikarin wê çewisandina qirêj a li ser xwe jî bavêjin. Loma kenîn pir muhîm e. Me jî bi Bêrûyê hem mirov kenandin hem jî fikirandin." 
 
LÎSTIKÊN NÛ
 
Şahîn, anî ziman ku ew ê di sala bê de bi lîstikên nû derkevin pêşberî şanohezan û got: "Îsal di repertuara me de çend lîstikên nû hene. Xebatên me, amadekariyên me dewam dikin. Em ê di serdema nû de jî Bêrûyê pêşkeş bikin. Çimkî ji bo vê lîstikê daxwaz heye. Her wiha dê lîstikên me yên nû jî hebin." 
 
MA / Yasin Kobulan – Muhammet Dogru