Niviskaran pirtûka ‘Seher’ a kurdî îmze kir

img
AMED - Rojnameger û namzetê HDP’ê Ahmet Şik jî di nav de nivîskaran pirtûka “Seher” a Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş îmze kirin. 
 
Bi organizasyona Pirtûkxaneya Lîlav, nivîskar û rojnamegeran pirtûka “Seher” a Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye îmze kirin. Bernameya îmzekirina pirtûkê li avahiya Lîlavê ya li semta Ofîsê ya Amedê pêk hat. Namzetê Parlamenteriya HDP’ê yê Stenbolê Ahmet Şik, helbestkar û rojnameger Rêdûr Dîjle yê pirtûka “Seher” wergerand kurdî, nivîskar Dîlawer Zeraq, Nurcan Baysal û Îlhamî Sîdar beşdar bûn û ji bo xwîneran pirtûk îmze kirin. Xwîneran eleqeyek mezin nîşanî pirtûka “Seher” nemaze ya kurdî dan. 
 
Xwîneran pirtûkê bi nivîskaran dan îmzekirin. Her wiha hin xwîneran bi Ahmet Şik re sohbetên kurt kirin û wêneyên xwe pê re kişandin.