Mihrîcana Munzurê di navbera 26-29’ê tîrmehê de ye

img
STENBOL – DEDEF’ê ragihand ku ew ê 18’emîn Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê di navbera 26-29’ê tîrmehê de li dar bixin. 
 
Federasyona Komeleyên Dersîmê (DEDEF) bi boneya aşkerekirina bernameya 18’emîn Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê, li avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Endam-rêveber û hunrmend tev li civînê bûn. Di civînê de Em di mihrîcanê de bên cem hev” daliqandin û li ser navê komê Sekreterê Giştî yê DEDEF’ê Hasan Şen daxuyanî da. Şen got ku ew ê di navbera 26-29’ê tîrmehê de mihrîcanê li dar bixin. 
 
Şen da zanîn ku mihrîcan li dijî valakirina gundan, çêkirina bendav, projeyên HES’ê û zextên dewletê ye û wê ev mihrîcan bibe qêrîna gel. Şen got ku diwazin xwezaya Dersimê jî bê mirov bihêlin. 
 
'MIHRÎCAN BÛ HÊVIYA BERXWEDÊRAN’ 
 
Şen destnîşan kir ku mihrîcan di nav têkoşîna hebûnê ya bajêr de cih digire û got: “Mihrîcan bû hêviya yên li ber xwe didin. Bênavber 18 sal e dewam dike û li gel hemû astengî û qedexeyan rêwîtiya didomîne. Munzur a gel wê ya gel bimîne. Em dixwazin gelê me bi coşek mezin 
tev li mihrîcanê bibe.” 
 
Piştî daxuyaniyê hunermendan jî xwest hemû kes xwedî li mihrîcanê derkeve û banga beşdariya mihrîcanê li gel kirin.