Weşanxaneya Lîsê tevahiya dîwanên Cegerxwîn çap kirin

img
AMED - Weşanxaneya Lîsê hemû berhemên Seydayê Cegerxwîn çap kir. 
 
Weşanxaneya Lîsê ya ku ji sala 2004’an ve barê weşandina şahberhemên kurdîyê avêtiye ser milên xwe, hemû berhemên helbestî yên Seydayê Cegerxwîn çap kir. Ev çapa nû berhema kedeke dûrûdirêj a pisporane ye. Armanca sereke ya vê çapkirinê ew e ku dîwanên Seyda Cegerxwîn bi rengekî nûjen û xweşamadekirî werin raberkirin. Çapa Lîsê ji du bergên mezin ên bedew û dilrevîn pêk tê ku qutîyeke rengîn wan hembêz dike. Cilda yekê bi serenavê “Ronahî Li Pey Tarî ye” û cilda duyem bi serenavê “Ji Min Dil Bir Bi Carek” e.
 
Lîsa ku her dem xwedî li pêşeng û nûjenxwazên wêjeya kurmancî/kurdî derketiye û xwe berdaye rêça dirêj a pêşvebirina wêje û çanda kurdan, vê carê bi çapkirina dîwanên Cegerxwînê Seydayê helbesta kurdî li pêşberî xwînerên xwe ye.