Ciwanên Qoserî ji bo hilbijartinê lîstika şano lîstin

img
MÊRDÎN - 5 ciwanên Qoserî ku navê "Dengê Ciwanan" li xwe kirin li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de lîstika şano dan pêşandan. 
 
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê 5 ciwanên ku navê “Dengê Ciwanan” li xwe kirin di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Buroya Hilbijartinê ya HDP'ê ku li Qada Azadiyê ye lîstika şano ya bi navê “Deng û Hecî” dan pêşandan. Lîstika ciwanan ku fêza xwe ji xweza û xebatên hilbijartinê digire rastî eleqeyek mezin hat. Ciwanên ku derketin ser dikê piştî lîstikê xwestin her kes biçin ser sindoqê û li dengê xwe xwedî derkevin. Lîstik bi dirûşmeya “Em li vir in, Em dikarin” û çepikan hat pêşwazîkirin.