Lîstika ‘Qirix’ derket pêşberî hilbijêran

img

AMED – Şanogeran jî piştevanî da xebatên hilbijartinê yên HDP’ê. Şanogerên Şanoya Bajar a Amedê bi lîstika “Qirix” derketin pêşberî hilbijêran û welatiyan li ber lîstikê kenandin. 

Di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên 24’ê Hezîranê şanoger jî piştevaniyê didin HDP’ê û bi lîstikên xwe derdikevin pêşberî gel. Şanogerên Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstika “Qirix” li ber buroya hilbijartinê ya Meclîsa Jinan a HDP’ê ya li Yenîyola Amedê derketin pêşberî temaşevanan û lîstika xwe pêşandan. Namzeta HDP’ê ya Amedê Dersim Dag, Hevseroka HDP’a Amedê Fîlîz Buluttekîn, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên HDP’ê û DBP û ji heft salî heta heftê saliyan bi sedan welatî tev li şahiya şanoyê bûn. 
 
‘NE PIRSGIRÊKA KURD, PIRSGIRÊKA ERDOGAN HEYE’ 
 
Beriya lîstik dest pê bike, namzet Dersim Dag axaftinek kurt kir û behsa hatina Erdogan a Amedê kir û got ku ne ku pirsgirêka kurd nîne pirsgirêka Erdogan heye. Dag behsa rol û girîngiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê kir û got ku heta Ocalan azad nebe dê bi tu awayî ne demokrasî û ne jî aştî pêk were. 
 
Piştî axaftina Dag, şanoger derketin ser dika ji qaseya pîqabê pêk dihat lîstika “Qirix” dan pêşandan. Lîstikvanan ji destpêka lîstika heta dawiyê welatiyan kenandin û kêliyên kêfxweş bi welatiyan re parve kirin. Şanogeran ji bo hilbijartinê gelek gotinên nû li lîstika xwe bar kirine û bi van gotinan lîstika hin bêtir balkêştir kirin e. Welatiyan ji ber eleqe nîşan da kêlî bi kêlî ji bo lîstikvanan li çepikan dan. 
 
Piştî pêşandan lîstikê welatiyan li ber def û zirnê govend gerandin. 
 
Hat zanîn ku dê lîstika “Qirix” li navçeyên din jî bê pêşandan.