Mîhrîcana zarokan bi dawî bû

img
AMED - Yekemîn Mîhrîcana Zarokan a Amedê ku di 27’ê gulanê de bi pêşengiya Şanoya Bajêr a Amedê dest pê kir, bi lîstîka “Sê Ezezok” bi dawî bû. 
 
Yekemîn Mîhrîcana Zarokan a Amedê ku di 27’ê gulanê de bi pêşengiya Şanoya Bajêr a Amedê dest pê kir bi dawi bû. Mîhrîcan ji 2 beşan pek dihat. Di beşa yekemîn de ji bo zarokan perwerdeya mîm, drama, kûkla û hunerê hat dayîn. Di beşa yekemîn de zarokan gelek berhem hilberandin. Di beşa duyemîn de jî berhemên ku ji aliyê zarokan ve hatibûn amadekirin, hatin pêşkeşkirin û ji aliyê Orkestraya Zarokan a Ma Musicê ku ji sed zarokî pêk tê ve jî konserek hat dayîn. Her wiha di beşa duyemîn de ji bo zarokan 5 lîstikên şanoyê hatin nîşandan û semînerek hat lidarxistin. Der barê mîhrîcanê de koordînatorê mîhrîcanê Yavuz Akkûzû axivî û diyar kir ku wan bi mîhrîcanê re, ji zarokên Amedê alternatîfek afirandiye. Akkuzu di berdewamê de jî ev tişt anîn ziman: “Ji sedî 90’ê lîstikên ku hatin lîstin û konsera ku hat pêşkeşkirin, bi kurdî bû. Bi saya mîhrîcanê zarokên Amedê ji çanda xwe haydar bûn.” Akkûzû her wiha destnîşan kir ku dê di rojên pêş de têkildarî mîhrîcanê daxuyanike berfireh bidin û raporekê jî biweşînin.