Zarokan di festîvala xwe de pêlîstokan çêkirin

img
AMED – Di çarçoveya Festîvala Zarokan a Amedê de, ji kelûpelên bermahiyan çêkirina pêlîstokan fêrî zarokan kirin. 
 
Festîvala Zarokan a 1’emîn a Amedê ku bi pêşengiya Şanoya Bajêr a Amedê tê li darxistin di roja duyemîn de dewam dike. Di roja duyemîn de ji kelûpelên bermahiyan çêkirina pêlîstokan fêrî wan kirin. Di atolyeyên din de zarokan li gel mamosteyên xwe lîstokan lîstin. 
 
Di navberdayîna atolyeyê de xwarin û vexwarin îkramî zarokan kirin û hemû zarokan bi hev re stran gotin. 
 
Zarok eleqeyek mezin nîşanî festîvalê didin. Di vê çarçoveyê de heta 4’ê Hezîranê dê di warê atolyeyên drama, kukla, û hunerê de perwerdehiyên cuda bên dayîn û ji bo pêşketina zarokan dê piştevaniyê bide. Ji ber vê yekê armanca wan ew e zanebûna zarokan a takekes derbixin holê.