Weşanên Aryenê 3 pirtûkên nû çap kirin

img

NAVENDA NÛÇEYAN – Weşanên Aryenê dudo jê roman û yek jê helbest, 3 pirtûkên nû çap kirin. 

Weşanên Aryenê, romana Azat Arart a bi navê “Şengal Vejîna Çilmêran”, pirtûka helbestan a Ahmedê Bilokî ya bi navê “ava tî” û bi tirkî cîlda duyem a romana “Gülümse Ölüm Utansın II Ateşten Bir Umut” a Xeyrî Garzan çap kir. 
 
‘ŞENGAL VEJÎNA ÇILMÊRAN’
 
Romana “Şengal Vejîna Çilmêran” a Azad Ararat ji 9 beşan û 117 rûpelan pêk tê. Roman behsa jiyana Êzdîxanê ya beriya êrîşa DAIŞ’ê ya 3’yê Tebaxa 2014’an û ya piştî êrîşê dike. Di romanê guherîn û veguherîna di civaka êzdî ya beriya êrîşê û piştî êrîşê tê destnîşankirin. Roman bi devê hevjînên hev Xwedêda û Xezalê û zarokên wan Berxwedan, Şaxewan, Vewrês, Mensûr, Tîjda û Pêşerojê tê vegotin. 
 
‘AVA TÎ’
 
“Ava Tî” bi çeşnê xwe helbest e û berhema duyem a Ahmedê Bilokî ye. “Ava Tî” 104 rûpel e û ji pêşgotina Mehmet Degirmenci û helbesteke dûr û dirêj pêk tê. Nivîskar Bilokî, berhema xwe “Ava Tî” diyarî rojnamevan Rohat Aktaş ku di dema qedexeya derketina kolanan a li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di jêrzemîna avahiyekê de hat kuştin û diyarî dayika wî Melîhe Aktaşê kiriye. 
 
Berî “Ava Tî” romana Ahmedê Bilokî ya bi navê “Pepûla Azadiyê” jî ji Weşanên J&J der çûye. 
 
Nivîskara Ahmedê Bilokî ku di sala 1993’yan de hat girtin û niha di Girtîgeha Tîpa F a Îzmîrê de ye, bi van ristan dest bi berhema xwe “Ava Tî” dike:
 
parzemîneke germ ku ji hesreta avê diqilqilî
dareke qedîm ku ji hesreta avê pelweşandî
ava tî
av jî tî dibe û dibe baweriyeke
îbrahîmî di agirê nemrûdan de
av jî tî dibe û dibe evîneke apoyî
li çolên rihayê
 
‘GÜLÜMSE ÖLÜM UTANSIN’
 
Cilda duyem a roman “Gülümse Ölüm Utansın II Ateşten Bir Umut” a Xeyrî Garzan bi tirkî ye. Roman ji pêşgotin, nîşeya ji bo xwendevan, malavayî, 20 beş û 326 rûpelan pêk tê. Li dawiya berga romanê Medya Doz bi çend pasajan roman nirxandiye û ji bo romana Xeyrî Garzan dibêje: “Dem hûn vê pirtûkê bixwînin hûn ê bêjin ‘Mirov dikare xwe biwelidîne, dikare xwe di parzûnên dîrokê de dawerivîne û dikare niviştekê bi ser milê êşê vebike.’ Bi xwe min wisa got.”