Hûnermendên Edeneyê: 24’ê Hezîranê dê bibe roja azadiya hûner

img
EDENE -  Hûnermendên Edeneyê, diyar kirin ku dê di 24’ê Hezîranê de, dawî li zextên li ser hûner bînin û wiha gotin: “HDP hemû rengan dihewîne nava xwe û dê serkeftinê bi dest bixe. Em ê bersiva herî mezin di 24’ê Hezîranê de bidin desthilatdariyê.” 
 
Hûnermendên Edeneyê, xwe amade dikin ku di 24’ê Hezîranê de dawî li êrîş û zextên desthilatdariya 16 salan a AKP’ê ya li ser hûner bînin û hilbijartinê weke roja hesab pirsînê dibîn in. Hûnermend Îmran Akin, diyar kir ku hemû rêyên azadiyê hatin girtin û wiha axivî: “Bandora êrîşên heyî, li ser me hûnermendan jî dike. Saziyên me hatin girtin û bi qeyûman desteser kirin. Xwestin di hemû qadan de dengê gelê Kurd kêm bikin, lê bi ser neketin û dê tu carî bi ser nekevin. Ez bang li hemû kesê dikim ku ji bo azadiyê bibin yek . Ez bang li hemû gelê me  dikim ku dengê xwe bidin HDP’ê.”
 
‘BERSIVA PÊWÎST EM Ê BIDIN’
 
Hûnermend Îlyas Arzu jî, anî ziman ku weke hûnermendek Kurd, gelek ji destên desthilatdariya AKP’ê kêşan û wiha got: “Ez bang li hemû hûnermendên cûda tên dîtin, dikim ku werin em bibin yek. HDP hemû rengan dihewîne nava xwe û dê di 24’ê Hezîranê de bi ser bikeve. Em ê di 24’ê Hezîranê de bersiva herî mezin bidin desthilatdariya AKP’ê.” 
 
‘AKP’Ê HIZÛR JI GEL RE NEHIŞT’
 
Tarik Ertan jî, da zanîn ku ew weke muzîkjenekê Erep ji AKP’ê pir aciz bûne û wiha bilêv kir: “Em kesên ku dengê hûnera me kêm dikin, şermezar dikin. Ji bo nekarin azadiya me kêm bikin, tişta ji destê me bê em ê bikin. Tim keda me asteng kirin. Ji ber hûnera me tim bi gelê me re şer dikin. Ez weke erebekê, azadiyê dixwazim. Ez azadiya gelê xwe dixwazim. Li dijî AKP’a ku hizûra gel xirab kiriye û bi gel re şer dike, ez ê dengê xwe bidim HDP’ê.” 
 
DÊ JIN BERSIVA HERÎ MEZIN BIDIN
 
Hûnermend Jiyan Savci jî, destnîşan kir ku di çand salên dawî de jin rastî gelek zoriyan hatin û wiha axivî: “Di rojên zor û zehmet de partiya HDP’ê ji bo jinan bû ronahî. HDP di heman demê de partiya jinan e. Bi destê desthilatdariya heyî, her roja derbas dibe êrîşên li ser jinan zêdetir dibin. Cînayet û tecawîzên jinan her roj zêdetir dibin. Ji ber vê yekê em jin dê di 24’ê Hezîranê de bersiva herî mezin bidin AKP’ê.”