Pêşangeha ‘Xeyal nayên girtin’ li Enqereyê tê pêşandan

img
ENQERE – Pêşangeha wêneyan “Ji Hundur Ber Bi Derve Ve Wêne – Xeyal Nayên Girtin” dê li Enqereyê bê pêşandan. Kesên bixwazin dikarin di navbera 28’ê Nîsanê û 4’ê Gulanê de serdana pêşangehê bikin. 
 
Pêşangeha wêneyan “Ji Hundur Ber Bi Derve Ve Wêne – Xeyal Nayên Girtin” ku bi tevkariya “Ekîba Gorulmuştur” û “Koma Redfotograf”ê hat amadekirin, dê di navbera 28’ê Nîsanê û 4’ê Gulanê de li Enqereyê bê pêşandan. Pêşengeha ku berê wekî “Pira Wêneyan” dihat zanîn û 55 girtî û 55 wênekêş anîn gel hev, niha jî di merheleya duyemîn a pêşangehê de hewl dide ku mirovên li derve pêwendiyê bi girtiyan re deynin. 
 
Avakarê Redfotografê nivîskar-wênekêş Ozcan Yaman, diyar kir ku sînordarkirina jiyana madî eger fikirîna girtiyan a razber tune nekiribe, hîn jî hêvî heye û got: “Her çend dest nedin wêneşêkê jî û wêneyan nekişînin jî, lê ji ber wateyê lê bar dikin em spasdarê girtiyan e.”  Avakarê “Koma Gorulmuştur” Adîl Okay jî, diyar kir ku wan tevî hemû astengiya  jî li 26 girtîgehan xwe gihandiye girtiyean û ji girtiyan ên dengê wan bihîstine 68 heban jî wêneyên wan xwendine û bi teswîrkirina xeyalên xwe dengê xwe li dengê wan zêde kirine. 
 
Wê pêşangeh di 28’ê Nîsanê saet di 16.00’an de li Şaxa Odeya Mîmaran a TMMOB’ê ya Enqereyê bê pêşandan û dê heta 4’ê Gulanêd ewam bike.