Kanî: Kurdistanê çirûsk e û hêj diçirûse

img
AMED -  Bi minasebeta 120'emîn salvegera weşana Rojnameya Kurdistanê Nivîskar Ahmet Kanî hemû hejmarên Rojnameya Kurdistanê di pirtûkekê de kom kir. Kanî diyar kir ku Kurdistan çirûskeke ku her geş e.
 
Rojnameya Kurdistanê di 22'ê Nîsana 1898'an de di pêşengiya Mîqad Mîdhet Bedirxan de li Qehîreyê dest bi weşanê kir. Piştî hêjmara 5'emîn li Swîsreyê weşana xwe berdewam kir. Bi giştî 31 hêjmar hatin çapkirin. Nivîskar Ahmet Kanî hemû hejmarên Rojnameya Kurdistanê, di pirtûkekê de kom kirin û di 120'emîn salvegera Rojnameya Kurdistan de çap kir. Kanî, li ser armanc û wateya çapkirina pirtûkê diyar kir ku berî niha her hejmarek ji hêla niviskarekî/ê ve hatiye amadekirin û wan xwast xebatek wisa bikin.
 
'BERÎ NIHA BELAV BÛ'
 
Kanî bi lêv kir ku xebatek wisa cara yekemînn e li Bakûrê Kurdistanê pêş dikeve û wiha axivî: "26 hejmar bi tîpên Erebî ji aliyê Doktor Kemal Fuad ve hatibûn çapkirin. Mehmet Emin Bozalsan mikro filma 25 hejmaran wergirtin û bi latînî çap kirin. 2 hejmar jî Malsinma jî peyda dike û çap kir. Celilê Celil jî du hejmara çap kir. Yanî hinekan û li herêmekê çap kir." 
 
'HEJMARA 19'AN WINDA YE'
 
Kanî, da zanîn ku ew xebata xwe ya mastirê li ser rojnameya Kurdistanê dike û wiha berdewam kir: "Di salvegera 120'emin de me xwast xebatek taybet bikin. Fuara Îzmirê jî heye. Niha tenê hejmara Kurdistanê ya 19'an winda ye. Hêj nehatiye dîtin. Em bang dikin ku hemû kesê ku ji bo ditina vê hejmarê xebat bikin."  
 
'ARMANCA WÊ VEKIRIYE'
 
Kanî bal kişand ser naveroka rojnameya Kurdistanê û wiha axivî: "Kurdistan dibêje ez weke dibistanekê me ji bo Kurdan. Kurdistan vekirî dibêje armanca min xizmeta ji bo ziman û civata Kurdî ye. Dibêje Kurdan 'Ezê ji we re dengê cihanê binîm.' Weke rojnameyeke koçber ger li Londonê ger li Kahireyê ger li Cenevrê tê çap kirin. Herdem bi zilmê re rû bi rû ma ye. Rastî gelek zextên dijwartê. Lê disa ji xebata xwe berdewam dike."  
 
'TIŞTÊN BALKÊŞ HENE'
 
Kanî, bal kişand ser tiştên ku di rojnameya Kurdistanê de bala wî kişandine û wiha berdewam kir: "Hin kes hene dibêjin navê Amed piştre hatiye danîn. Lê 120 sal berê hin kesan di nameyên xwe yên ji rojnameya Kurdistanê re şandine de navê Amed nivîsandine. Kurdistan ji bo qirkirina Ermeniyan jî hişyariyê dike. Dibêje 'Divê Kurdan hay ji Ermeniyan hebe û li dijî êrîşên Osmaniyan bibin yek.'" 
 
Kanî, herî dawî destnîşan kir ku rojnameya Kurdistanê wek çirûskekê ye û ev çirûsk hêj di çirûs e. Her geş e.