Handa’ya Sîdar Jîr derket

img
 
STENBOL – Pirtûka Sîdar Jîr “Handa” ji Weşanên Lîsê derket. Jîr, diyar kir ku wî di Handayê de ruhê jinê nivîsandiye. Jîr anî ziman ku serlehenga pirtûkê Handa her çar dîwarên civakê dide der û got: “Lê belê Handa di fikr û ramanên xwe de azad e.” 
 
Pirtûka çîrokan a nivîskar Sîdar Jîr “Handa” ji Weşanên Lîsê derket. Jîr, bal kişand ser pirtûka xwe Handayê û diyar kir ku wî di Handayê de ruhê jinê nivîsandiye. 
 
‘MIN RUHÊ JINÊ NIVÎSAND’ 
 
Jîr diyar kir ku wî di Handayê de hewl daye ruhê jinê binivîse û behsa zehmetiyên vê yekê kir. Jîr got: “Ji bo nivîskarekî mêr ê kurd, min di civaka kurdî de tişta herî zehmet hilbijartiye. Ez hewl didim ruhê jinekê vebêjim. Çi qasî serkeftî me nizanim, lê dê xwîner vê yekê diyar bikin. Yanî tişta ji destê min hat min kir. Tu karî bi rihetî karkerekî, xwendekarekî û mêrekî vebêjî. Lê belê di civaka kurdî de mêrekî kurd dema hewl bide derûniya jinê vebêje, zehmet e. Li gor min, tişta ku tim dibe pirsgirêk, wekî objeyeke zayendiyî cihdayîna karekterên jin e. Wekî karektereke lawaz, xirab, alîgir dihat nîşandan. Dikarim bibêjim ku min ev yek di çîroka Handayê de şikand. Çimkî karektera ku min afirand wekî karektera jin li pêş e. Bedena wê tiştekî din e. Bedena mirov, a min çawa be ya wê jî ew e. Ev tercîha min e. Min bi çavekî zayendî an jî mêr lê nenêrî. Lê di pirtûka Handayê de tişta herî zêde ez kêfxweş dikim ew e ku min li ser ruhê jinekê nivîsand.” 
 
‘HANDA RIYA XWE YA AZADIYÊ DIYAR KIRIYE’ 
 
Jîr, ji bo çîroka Handayê got: “Handa, dibe ku xwişka me, keça me, hevala me, diya me be. Li wir helwestek heye. Civak dibêje, tu yê di nav çar dîwaran de bî. Lê belê Handa di fikr û ramanên xwe de azad e. Di nav çar dîwaran de be jî, neyninek be, paceyek be ew xwe digihînê. Dema bixwaze dike. Wê kêliyê çi bixwazê, bêriya çi bike dike. 4 dîwar her çend wekî mekaneke fîzîkî hatibe tarîfkirin jî, ew pace tim û tim riya wê ya fikr û azadiyê ye. Min ev rê li ber wê venekir. Wê bi xwe ew rê afirand. Wekî nivîskarekî min azadiya wê neda wê. Jixwe ew keseke azad bû. Eger min bixwestana asteng bikirana jî, min ê nikaribûne. Çîroka Handa wiha ye. Kodên me yên civakî, çandî, mitolojik, wêjeyî û jinane hemû di ser wê re hatin vegotin.” 
 
‘PEYAM A XWÎNERAN E’ 
 
Jîr, diyar kir ku nivîskarek di berhema xwe de dikare gelek peyaman bide û got: “Lê dê xwîner kîjan peyamê wergire, ew jê re maye. Rasterast naxwazim bêjim armanca min ev tişt bû. Çimkî eger bibêjim tu wateyeke wê namîne. Divê bê xwendin. Jixwe dema bê xwendin dê herkes li gorî xwe peyamekê bigire. Lê ez vî tiştî bibêjim meseleya kodên civakiyî bi taybetî cih girtin. Handa jinek e, malek e, di heman demê de tenê jin û tenê mêrek e. Çimkî hemû tiştên ku dixwaze bijî ne aîdî jinekê ne. Aîdî mirovekî ne. Xwîner dibe ku bêjin Handa jinek e. Rast e, Handa jinek e lê li gorî mine w mirov e. Giyanewer e. Dibe ku jin be jî û mêr be jî.” 
 
MA / Sadiye Eser