‘Peywira hunermend ew e, hêviyê ava bike’

img

ÊLIH – Navenda Çandê ya Baharê ya Êlihê di şertên OHAL'ê de jî xebatên xwe dewam dike. Rêveberê navendê Şerzat Arslan diyar kir ku peywira hunermend ew e, hêviyê ava bike.

Navenda Çandê ya Biharê 18 sal e li Êlihê xebatên xwe dewam dike. Roja ku hat avakirin heta niha, di beşên wekî wêne, muzîk û wênekêşiyê de gelek xebat bi pêş xistin. Navend bi derfetên xwe li ser piyan dimîne, berî 8'ê Adar, Newroz û 1'ê Gulanê, giranî da ser kursên muzîkê.
 
‘NAVEND TÊKOŞÎNA XWE DEWAM DIKE’
 
Rêveberê navendê Şerzat Arslan, da zanîn ku ew xebatan ji bo gel bê huner nemîne dimeşînin û ev tişt got: "Roja ku navend hatiye vekirin heta niha, hêza xwe ji gel digire. Heke îro di şertên OHAL'ê de jî xebatên xwe dewam bike, hêza xwe ji gel digire. Hem di warê aborî, hem jî di warê fikrî de hêza xwe ji gel digire. Ji ber wê hunera me jî û xebatên me jî taybetmendiyên xwe diparêze. Bi xebata salan re gelek tişt derketin holê."
 
Arslan aşkera kir ku her kes dikare biçe navenda wan û xebatan bimeşîne û wiha got: "Ji derveyê kûrsên kurdî, di gelek warên hunerî de kûrs ji bo civakê tên dayîn." Arslan got ku li gorî xwezaya hunerê, divê hunermend şoreşger be û ev tişt got: "Divê vê şoreşê teqes pêk bîne. Pergal bixwaze çi tune bike, divê hunermend xwedî li wê derkeve û hêviyê biafirîne."
 
JI BO CIWANAN DERFETEK GIRÎNG E
 
Mercan Yildiz (29) li navnedê kûrsa tembûrê dibîne, destnîşan kir ku ji ber samîmyeta li navendê ew hatiye wir. Mevlut Yildiz jî ev tişt anî ziman: "Ez nêzî salekê ye li vir perwerdeyê dibînim û min gelek tişt bi dest xist. Ne tenê muzîk, li vir gelek xebatên civakî tên kirin. Ji bo wê ev der ji bo ciwanên Êlihê derfetek gelek baş e."
 
MA / Metîn Yoksu