Qeyûm hat kes li deriyê Mala Dengbêjan jî nade

img

ŞIRNEX – Piştî Wezareta Karê Hundir qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê kir, kes naçe li deriyê Mala Dengbêjên Botanê jî nade û dîwana dengbêjan pêk nayê. 

Li Şirnexê Şaredariya Cîzîrê ya DBP’ê  di sibata 2015’an de Mala Dengbêjên Botan vekir. Piştî Wezareta Karê Hundir qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê kir, kes naçe li deriyê Mala Dengbêjan jî nade. Mala Dengbêjan bêçalak hat hiştin. Dengbêj jî ji ber polîtîkaya qeyûm naçin û klaman nabêjin. Hat zanîn ku hin malbatên nêzî AKP’ê diçin Mala Dengbêjan şîranî, mewlûd û dawetên xwe li dar dixin. 
 
‘EZ KLAMA EWIL JI DAYIKA XWE HÎN BÛM’ 
 
Dengbêj Ehmedê Şilyanî (58) yê di salên 90’an de ji ber şewitandina gundan li navenda Şirnexê bicih bû yek ji dengbêjên ku naçe Mala Dengbêjan û polîtîkaya qeyûm şermezar dike. Şilyanî diyar kir ku ji temenê xwe zarokatiyê ve dengbêjiyê dike û got: “Em bi dengbêjiyê çand û hunera xwe diparêzin. Ez klama ewil ji dayika xwe fêr bûm. Ked û bandora jinan li ser dengbêjiyê heye. Heke dengbêjî heta îro hatibe bi keda jinê ye. Ez li ser xweza, êş, zilm û berxwedanê klaman dibêjim.” 
 
‘EM Ê SALIHÊ ŞIRNEXÎ BIDIN JIYANKIRIN’ 
 
Şilyanî anî ziman ku Dengbêj Salihê Şirnexî yê di qedexeya derketina derve ya Silopî de jiyana xwe ji dest da bandorek mezin li ser wî kiriye û got: “Mixabin mamoste Salih di komkujiya Silopî de jiyana xwe ji dest da. Ez heyrana wî bûm. Jiyankirina hunera Salihê Şirnexî peywîra me ye.” 
 
‘QEYÛM HATIN DÎWAN PELIŞÎN’ 
 
Şilyanî da zanîn ku dengbêjî ne aîdî tu partiyên siyasî û rêveberiya siyasî ye û ev tişt got: “Ev çand aîdî vê axê û gelê vê axê ye. Bi tayînkirina qeyûman xwestin vê çandê ji hev bixînin. Beriya qeyûm me li mala dengbêjan xizmeta çand û hunerî dikir. Ji her deverê cîhanê mêvanên me dihatin li me guhdar dikirin. Bi hatina qeyûm re êdî ew dîwanên me nayên li dar xistin. Hemû tiştên me ji hev belav kirin. Hema bêje sazî hatiye girtin. Ji ber vê yekê em jî şermezar dikin û êdî em naçin Mala Dengbêjan. Heta ev rewş dewam bike em ê necin. Mala Dengbêjan mala gel e. Ne malê tu kesî ye.”