Gelê Êlihê Sînemaya Yilmaz Guney dixwazin

img

ÊLIH - Gelê Êlihê, ji ber qeyûmê Êlihê têkildarî Sînemaya Yilmaz Guney got 'Em dê ji nûve çêkin' piştre pêşniyarek din avêt holê û tu gav nehat avêtin, bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew Sînemaya Yilmaz Guney ji nûve dixwazin. 

Yek ji sînemayên girîng ên bajarê herêmê Sînemaya Yilmaz Guney a ku Şaredariya Êlihê li ber Parka Ataturk hatibû avakirn bû. Piştî di 2016’an de qeyûm tayînî şaredariya Êlihê kirin, ewil deriyê sînemayê kîlît kirin. Avahiya sînemayê di 30’ê çileya 2017’an de bi awayekî guman şewitî. Piştî ev tiştên bi serê sînemayê ve hat, qeyûmê Şaredariya Êlihê Ertug Şevket Atasoy daxuyanî da û got ew ê sînemayê ji nû ve çêbikin. Pişt re ji bo cihê nû yê sînemayê 3 proje amade kirin û di malpera înternetê ya şaredariyê de pêşkêşî ankete kirin. Di encama ankete de 25’ê tebaxa 2017’an îlana îhaleya projeyê kirin. Li gel ewqas dem bi ser proje û girtina sînemayê re derbas bûn jî, heta niha ji bo avakirina sînemayê gavek jî nehatiye avêtin.
 
Şêniyên bajêr li bendê bûn ku salona wan a sînemayê ji nû ve bê avakirin. Lê vê carê şaredariya xebata anketên “Sînemaya Yilmaz Guney bila ji nû ve bê çêkirin” û “Bila li şûna cihê sînemayê, bibe qada hêşinahî” dest pê kir. Vê yekê şêniyên bajêr xistin nava fisar û bertekan. Piştî anket hat çêkirin ji sedî 80 yên beşdarî anketê bûn û xwestin ji nûve “Sînemaya Yilmaz Guney bê avakirin. 
 
‘HEBÛNA SÎNEMAYÊ ZERARÊ DIDE KÊ'
 
Xwendekarê Lîsansa Bilind a  Beşa Sînemayê Gokhan Ozdemir, diyar kir ku polîtîkaya arizîkirinê şaş e û bertek nîşanî ne avakirina sînamyê da. Ozdemir, bertek nîşanî çêkirina anketa ji bo sînemayê jî da û wiha got: "Park ji xwe qada kesk e, Ger ku sînema li wir bê çêkirin dêzerarê bide kê. Sînema bûye nasnameya bajar. Gelek sînemageran li vir perwerde dît. Gelek fîlm li vir hatin kişandin. Sînemaya Yilmaz Guney çandek e." 
 
'GUNEY XWEDÎ WATEYEK TAYBET E'  
 
Nergiz Çidik (20) jî diyar kir ku Sînemyaa Yilmaz Guney ji bo wan cih û wateyek taybet heye û xwest ji nûve sinemaya Yilmaz Guney be avakirin. Çidik anî ziman ku ew ji bo sînmayê naxwazin biçin AVM'yan û xwest qeyûm soza xwe pêk bîne.b 
 
Welatî Nurten Keskin jî anî ziman ku ji ber Sînemaya Yilmaz Guney hat xerakirin û cerek din nehat çêkirin xemgîn in û wiha got: "Ez bi dehan zarokên dibistanê hatim vê sînemayê û zarok pir pê kêfxweş bûn. Li vî bajarî bîranînê her kesî li vê sînemayê heye. Em sînemaya xwe dixwazin. Em naxwazin bîranîn û hafizaya vî bajarî tune bikin." 
 
'DEMA ÊLIH TÊ GOTIN GUNEY TÎ BÎRA MIN' 
 
Welatî Firat Bayar jî anî ziman ku Sînemaya Yilmaz Guney ji bo bajar bûye nasname û dema Êlih tê gotin Sînemaya Yilmaz Guney tê hiş û aqilê mirovan. Bayar, anî ziman ku Yilmaz Guney di bîranîna her kesî de heye û xwest ev bîranîn winda nebe. Bayar anî ziman ku bîranînek wî ya taybet heye û xwest Sînema ji nûve bê avakirin.