Mezopotamya Sahne bernameya xwe ya Adarê eşkere kir

img

STENBOL - Mezopotamya Sahne, bernameya xwe ya meha Adarê eşkere kir. Bêrû ku rastî eleqeyek mezin a temaşevanan hat, dê di meha Adarê de jî derkeve ser dikê.

 Mezopotamya Sahne, bernameya xwe ya meha Adarê eşkere kir. Di çarçoveya bernamê de, dê semînerên “Guhertinên Kurevî yên di Sektora Sînemaya Cîhanê ya piştî salên 1980’î” û “Neolîberalîzm, Sînema û Nûnera Çandê” bên lidarxistin. Lîstika “Bêrû ya di meha Sibatê de rastî eleqeyek mezin hat, dê di meha Adarê de jî bê şopandin. 
 
Bernameya Adarê ya Mezopotamya Sahne wiha ye: “
 
* Di 2’yê Adarê roja Înê saet 20.00 dê Ruken Yilmaz konser bide.  
 
*Di 9’ê Adarê roja Înê saet 18.00’an Şanoya  Bêrû bê pêşandan.  
 
* Di 10’ê Adarê roja Înê saet 15.00'an semînera Guhertinên Kurevî yên di Sektora Sînemaya Cîhanê ya piştî salên 1980’î bê dayîn. 
 
* Di 23’yê Adarê roja Înê saet 20.00’an de Şanoya Bêrû bê pêşandan. 
 
* Di 24’ê Adarê roja Înê saet 15.00'an de bi tevlîbûna Zeynep Tul Akbal re semînera Neolîberalîzm, Sînema û Nûnera Çandê” bê lidarxistin.
 
* Di 27’ê Adarê roja Sêşembê saet 20.00’an de şanoya Bêrû bê pêşandan. 
 
* Di 30’ê Adarê roja Înê di saet 20.00'an şanoya Bêrû bê pêşandan.