Albuma ‘Deh jin’ di 8’ê Adarê de derdikeve

img

ENQERE – 10 jinên hunermend ên ji bo êşên jinan, evînî, cudahî û çîroka koçberiyê vebêjin kom bûn, dê albuma hunermendan a bi navê “On kadin (Deh jin)” di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de derxin. 

Hunermend Îlkay Akkaya, Yasemîn Goksu, Adîle Yadirgi, Canan Sagar, Yelda Emek, Gurbet Uzgun Demîral, Berguzar Erdogan, Şebnem Sonmez, Bahar Sarıboga û Oznur Korkmaz hat gel hev û dê bi stranên çîrokên jinan vebêjin. Albûma ku Îbrahîm Kirilmaz derhêneriya wê dike dê bi navê “On kadin (Deh jin)” derkeve. Jinên ku baweriyê bi hêza stranan anîn û derketin rê dê albûma xwe ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê derbixin û dê li guhdarvanan bê belavkirin. Jin di albûma xwe de behsa êşên jinan, evîn, cudahî û çîrokên koçberiyê dikin.