Şanoger: Afrînerî ronahî ye

img

STENBOL - Lîstikvan Nazmî Karaman, diyar kir ku bi OHAL'ê re binpêkirinên mafan zêde bûn û vê yekê bandor li ser dika şanoyê jî kir û ev tişt got: "Dema hemû derfet ji destê we girtin, hûnê afrîneriya xwe derxin pêş. Tişta ku me bigihîne ronahiyê jî ev e." 

Bi pêvajoya Rewşa Awarte (OHAL) re binpêkirinên mafan û zextên li ser hunerê jî zêde bûn. Lîstikvanên şanoya alternatîf diyar kirin ku qedexe û sansora desthilatdariyê li ser hunerê zêde bûne, ji bo lîstikên xwe pêşkêş bikin, salonan nabînin. Lîstikvanan got ku ruxmê her tiştî jî dê rêyên wanên alternatîfan hebin, cihê ku zext hebin, li wir hilberîn û afrînerî jî zêde ye.
 
‘DIVÊ JI BO AŞTIYÊ GOTIN BÊ AFIRANDIN’
 
Endamê Platforma Hunermend Dimeşin Erturk Erkek, da zanîn ku mekanîzmaya desthilatdariyê her dem zext li hunerê kiriye, herî zêde jî di qada şanoyê de zextan xwe daye nîşan. Erkek, qedexekirina lîstika zarokan a "Çevreci Afacanlar" (Belebanên Derûdorê) jî bi bîr xist û wiha axivî: "Ji ber ku di lîstikê de peyvên dijî şer hebûn, lîstika zarokan qedexe kirin. Di şertên asayî de parastin şer sûc e. Divê li dijî zextan gelek peyv bên afirandin."
 
‘EM Ê LI SER DIKÊ BIN’
 
Erkek destnîşan kir ku her çendî li dijî hevdîtina lîstikvan û temaşevan astengiyan derxin jî divê şanoya alternatîf hebe û wiha wiha pêde çû: "Her şev li ser dehan dikan bi dehan lîstik derdikevin pêşberî temaşevanan. Lîstikvan li wir peyama xwe digihîne temaşevan. Tişta bi nirx ew e, temaşevan li wir dîtin e. Ji bo em bêhna temaşevanan bigirin, em ê li ser dikê bin."
 
‘DIVÊ ŞANO AŞTIYÊ BIPARÊZE’
 
Lîstikvan û derhênerê lîstika Bêrû Nazmî Karaman, aşkera kir ku huner xwedî peywireke ku mirovan hişyar dike û ev tişt anî ziman: "Ji mirovê destpêkê heta niha huner heye û bi wê ve zext jî heye. Divê hunermend jî li dijî zext û qedexeyan azadiyê biparêze, tiştên ku xelet dît sererast bike. Şanoger vê yekê bi lîstika xwe îfade dike. Divê aştî, biratî û xweşikbûnê biparêze."
 
‘ZEXT HILBERÎNÊ TEŞWÎQ DIKE’
 
Karaman derbirî ku zext dibin sedem ku mirov hilberînê derxe pêş û wiha got: "Dema zext derkevin holê huner serî xwe nûkirinê dide. Dema hemû derfet ji dest tên girtin, afrînerî derdikeve pêş. Tişta ku me digihîne ronahiyê jî ev e."
 
‘DIVÊ EM PIŞTGIRIYÊ XURT BIKIN’
 
Karaman anî ziman ku ji ber zêdebûna zextan, divê şanoyên alternatîf di nava piştgiriyê de bin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê hemû şanoger bên gel hev û li dijî zextên ku zêde bûne çi bikin? Şanoya alternatîf a ku salonan nabîne, divê em çawa deriyên xwe vekin û di nava lêgerînê de be. Ji ber ku em lîstikên bi zimanê kurdî dileyzin salonê nadin me. Em li gelek deveran nikarin derkevin ser dikê. Divê em wekî şanoya alternatîf, dikan ji bo xwe ava bikin û di nava piştgiriyê de bin. Em dixwazin ji bo hunerê qadan ava bikin."