Xwarina ku xeydanan li hev tîne

img

DERSIM - Xwarina kevnar û dewlemend Zirfet hîn jî li Dersimê tê çêkirin û ser sifreyan dixemilîne. Zirfet, piranî ji bo kesên xeydan li hev bên tê çêkirin.

Li Dersimê xwarina Zirfetê ku ji bo kesên ji hev xeydan û mêvanan tê çêkirin, xwarineke kevnar û dewlemend a Dersimê ye û hîn jî tê çêkirin. Zirfet, di civatên elewî de xwarineke girîng e. Ji bo kesên ji hev xeydan li hev bên û ji bo civat germ bibe tê çêkirin. Li ser sifreyek gilover, di nav zirfetê de tê bicihkirin. Gava ku kesên ji hev xeydan destên xwe dirêjî wê dikin, destên wan li hev dikeve û bi vî awayî li hev tên. Ev xwarina ku perçeyek çanda jiyana komunal e, ji bo mêvanan û kesên ji rêyên dûr tên jî tê çêkirin. 
 
Yemoş Atmaca ya 66 salî anî ziman ku nexasim jî ji bo kesên ji hev xeydan û ezimandina mêvanan tê çêkirin û got: "Gava pîr û raîbeyên me tên, xwarina Zirfetê tê çêkirin. Ji bo lihevanînê tê çêkirin. Her wiha ji bo mêvanên ji rêyên dûr tên jî tê çêkirin. Gava mêvan tên, ji bo rihet rûnên doşek tên raxistin. Agir tê vêxistin û em zirfetê davêjin nav vî agirî. Xwarina Zirfetê li ortê tê bikeyskirin û her kes bi kevçiyan dixwe. Kesên rewşa wan a aborî nebaş nikaribûn Zirfetê çêbikin. Lewma kesên karibûn çêbikin, roja pêncşeman çêdikirin û gazî elewiyên nikaribûn vê xwarinê çêbikin dikirin û li hev payê dikirin. 
 
Atmaca, bal kişand ser girîngiya Zirfetê di çanda elewîtiyê de û got: "Ji xeynî Zirfetê, di çanda me de loqme, zirfeta bitoraq, şîre qode, keşkek û girik jî heye. Em ji mezinên xwe hîn bûne. Ez jî rê zarokên xwe didim. Ji bo ku ev çand nemire, em ê rê nifşên nû bidin. Me çi qasî asîmle dikin bila bikin, em ê dev ji çanda xwe bernedin."