Hunera wî serê tilîkên wî ne

img

ENQERE - Memîk Kîbarkaya ku wêneyan bi teknîkeke xweser xêz dike got: "Hunera min, serê tiliyên min in." 

Memîk Kîbarkaya ku li Bazarcix a Mereşê çêbûye û ji 7 saliya xwe heya 17 saliya xwe şivantî kiriye, gava şivan bûye bi heriyê li ser zinar û tehtan wêneyê bizin û karikan xêz kiriye. Paşê ev yek jê re bûye meraq û daye dû vê meraqa xwe heta ku bûye wênesaz. Her wiha wexta kûçikê wî ji ber nexweşîna qidûsê dimire, biryar dide bibe beytar û li Zanîngeha Firatê ya Xarpêtê Beşa Beytariyê kuta kiriye. Kîbarkaya niha li navçeya Batikent a Enqereyê dimîne û odeyeke xwe ya 9 metrekareyî ji xwe re kiriye atolyeya wênesaziyê. Heya niha nêzî 70 pêşangeh li dar xistine. 
 
BANDOR JI DÊYA XWE GIRTIYE 
 
Kîbarkaya, anî ziman ku gava dêya wî bi boyaxa daran û nebatan lûleyên sobeyê boyax dikirin, ev yek jê re bûye meraq û paşê daye dû vê meraqê. 
Kîbarkaya jî eynî wekî dêya xwe wêneyên xwe bi boyaxa rûnî, gûaj an jî pastêlê çêdike. 
 
Kîbarkaya, bilêv kir ku boyaxên pastêlê bi kêrikê hûr hûrî dike û dû re aveke kîmyewî ku wî ji xwe re peyda kiriye lê dike û wan dike wekî heriyê. Kîbarkaya, diyar kir ku vê boyaxê ne bi firçeyê, bi serê tiliyên xwe di kaxeza wêneyan dide. 
 
FIRÇEYÊ BI KAR NAYNE 
 
Kîbarkaya, anî ziman ku tiwal û firçeyê bi kar nayne û got: "Hunera min serê tiliyên min in." 
 
Kîbarkaya, bilêv kir ku gava beytarî kiriye li Anatolyayê û Mezopotamyayê gelek kes nas kirine û xetên ser çavên van mirovan bandor lê kiriye û rabûye portreyên wan çêkirine. Kîbarkaya, diyar kir ku di vê rêwîtiya xwe de leqayî Fîkret Otyam hatiye û got: "Fîkret Otyam, pêşangehek wêneyan li dar xistibû. Min ew nas kir. Dû re min wêneyên xwe rê wî dan. Pir eciband. Ji min re got, tavilê dest ji karê xwe berde û tenê li ser wêneyan hûr bibe. Gotinek wî pir bandor li min kir, 'Hemû ritbe û cibeyên xwe bavêje û tenê wêneyan li xwe bike.' Piştî vê gotinê, min ji bo teqawidbûyînê serlêdan kir û di nava 3 rojan de teqawid bûm." 
 
Di nav wêneyên Kîbarkaya de kevala jineke êzidî jî heye ku di kevalê de jina êzidî ji ber Komkujiya Şengalê reviyaye. Kîbarkaya, bilêv kir ku gava îfadeya serçavê jina êzidî xêz kiriye, ev titş lê peyda bûye: "Ê ku ev wêne çêkiriye ne ez im. Jinên kapîtalîst, ên bûn sedema vî şerî ev wêne çêkirine. Hêsirên çavên mirovên li wir kirin sotemeniya tanqên xwe. Ev ji ber hestiyariya hunermend e, hunermend divê hestiyar be. Ji lewra bi qasî hestiyariya xwe hildiberîne. Hunermend, ronahiyek e. Difikire. Hunermend, divê li ber hemû xirabiyan rabe. Hunermend, divê li dijî şer be." 
 
‘DIXWAZIM BDIM MUZEYEKÊ' 
 
Kîbarkaya, anî ziman ku ji bo hunermend karibin berên xwe nîşan bidin divê hejmara muzeyên li welêt zêde bibe û got: "Di depoya min de gelek wêne hene. Dixwazin gişan bidim muzeyekê." 
 
MA / Ceylan Şahînler