Bersiva TDK’ê ya ji bo PZK’ê: Ferhenga kurdî-tirkî heye

img

AMED - TDK’a ku ji bo daxwaza xebatên kurdî bersiv da PZK'ê tenê got ku ferhenga kurdî-tirkî heye.

 
Platforma Zimanê Kurdî, di 8'ê çileyê de ji bo ku bibersivînê bi armanca pêşvebirina kurdî bi 10 xalan hin daxwaz ji Saziya Ziman a Tirkî (TDK) kiribûn. TDK’ê ji 10 xalan tenê bersiva daxwaza ferhenga kurdî-tirkî da û da zanîn ku ferhenga kurdî-tirkî, tirkî-kurdî ji sala 2014’an ve tê weşandin. Di bersiva TDK’ê de ev tişt hat gotin: “Saziya me hem ferhengên zimanê tirkî hem jî yên du zimanî ji bo lêkolîneran diweşîne. Ferhenga kurdî-tirkî, tirkî-kurdî jî weke ferhengên du zimanî di sala 2014’an de hatiye weşandin. Ji bo nêrîn û pêşniyarên we em spasiya dikin.”