Li Êlihê bi navê Roza pirtûkfiroşek vebû

img

ÊLIH - Li Êlihê bi navê Rozayê pirtûkfiroşek hat vekirin. Li Rozayê eleqeyeke zêde ji bo pirtûkên kurdî heye.

Li Êlihê bi navê Rozayê pirtûkfiroşek hat vekirin. Li Rozayê pirtûkên Aryen, Aram, Avesta, Lîs, Nûbihar, Dara, Peywend, Sîtav û gelek weşanxaneyên din hene. Çendî ku nû hatibe vekirin jî eleqeyeke zêde ji bo wê heye. 
 
Berpirsiyarê Rozayê û Gerînendeyê Giştî yê Weşanên Aryenê Roj Agir, anî ziman ku Rozayê di 15'ê Kanûnê de vkirine û armanca wan daxwazên gelê bajêr pêk bînin. Agir, bilêv kir ku li ser medyaya sosyal û bi rêya maîlan gelek kesan ev yek ji wan daxwaz kiriye û got: "Êlih, bajereke ku gelek xwendavên wê hene. Me jî xwest em vê daxwaza wan pêk bîbin û me Rozayê vekir. PIştî me vekir, pirtûkhez tên û pirtûkên dixwazin bixwînin peyda dikin. A herî girîng jî, dest didin pirtûkan û bi rihetî hildibijêrin. Her wiha li vê derê rûdinên û dixwînin." 
 
Agir, diyar kir ku li Rozayê ji prtûkên Mehmed Ûzûn, Selahattîn Demîrtaş, Mahmût Baksî, Menaf Osman, Helîm Yûsiv, Bextiyar Elî, Arjen Arî, Selim Temo, Hesenê Metê, Xeyrî Garzan, Figen Yuksekdag, Sabahattîn Alî bigire pirtûkên gelek nivîskar û helbestvanan hene. 
 
ELEQEYA JI BO KURDΠ
 
Agir, da zanîn ku li Rozayê piranî pirtûkên kurdî hene û jixwe armanca wan jî ew e ku di warê pêşektina kurdî de tevkariyekê bikin. Agir, bilêv kir ku ji bo hînbûna kurdî li Rozayê “Ferheng”, “Hînker” û pirtûkên derbarê zimanê kurdî de hene û nexasim jî eleqeyeke baş ji bo van pirtûkan heye. 
 
ROJÊN ÎMZEYÊ 
 
Agir, diyar kir ku ji ber ku niha pandemî heye nikarin rojên îmzeyê li dar bixin, lê belê wexta şert û merc baş bibin dê rojên îmzeyê jî li dar bixin û dixwazin gelê bajêr û nivîskaran bînin cem hev du.