Kanîwar: Stranên me ji hepsa malê xelas bûn

img

AMED - Koordînatorê Akademiya Ma Muzîkê Şêrko Kanîwar diyar kir ku wê 4’emîn Konserên Amîdayê li navçeya Sûrê li dar bixin û got: “Bi Konserên Amîdayê stranên me ji hepsa malê xelas bûn.”

Konserên ku Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) bi navê “Dengê Raboriyê; Konserên Amîda” dan destpêkirin didomin. Konserên hunerî li cihên dîrokî tên lidarxistin. Konsera ewil li Şikeftên Hesûnê ya duyemîn li Keleha Zerevanê û ya sêyemîn jî li navçeya Gêlê hat lidarxistin. Tê payîn ku konsera çaremîn jî wê li cihekî dîrokî yê navçeya Sûra Amedê were lidarxistin. Konser bi rêya platformên medya civakî tên belavkirin û weşandin. Koordînatorê Akademiya Ma Muzîkê Şêrko Kanîwar, derbarê Konserên Amîda û xebatên xwe yên Ma Muzîkê de ji ajansa me re axivî. 
 
‘DERBEYEKE MEZIN LI GIYANA CIVAKÊ XISTIN’
 
Kanîwar, diyar kir ku bi destpêkirina pandemiyê re danûstandina civakî bi awayekî xwezayî ji holê rabû û wiha got: “Mirov ji ber nexweşiyê tirsiyan werin ba hevdu. Hikumet û dewletê ji destpêka pandemiyê ve xebatên hunerî qedexe kirin. Bi hêceta ku pandemî belav nebe ji sînemayan bigirin heta şanoyê û konseran qedexe kirin. Vê yekê jî derbeyeke mezin li giyana civakê xist. Tam di vê pêvajoyê de ji aliye DTSO’yê ve pêşniyaza ‘em dixwazin li cihên dîrokî konseran çêbikin, li 10 cihên dîrokî 10 konser, qet nebe jî civak wê di atmosfera karantînayê de stranan guhdar bikin' li me kir. Wekî ku hunermend Mîkaîl Aslan di konsera Keleha Zerzevanê de got ‘We stranên me ji hepsa malê xelas kirin.’ Li vir du esas hene. Yek jê li vî bajarî xebateke muzîkê heye. Ev xebata muzîkê ya ku bi zimanê kurdî tê kirin li Ma Muzîkê ye. Em hem potansiyela muzîkê ya perwerdehî û hilberînê ku li vî bajarî di şexsê Ma Muzîkê de derdikeve holê ku em Kurdistanê bi cîhanê bidin nasîn, li rêx vê jî esasa duyemîn ew e ku em cihên dîrokî yên li vî bajarî bidin nasîn.”
 
‘ME XWEST BÊHNA MIROVAN DERKEVE’
 
Kanîwar, qala pêvajoyên her sê Konserên Amîdayê yên ku li Şikefta Hesûnî, Keleha Zerzevanê û Gêlê li dar xistin kir û wiha axivî: “Di konsera ewil ya li Şikeftên Hesûnê de em xwe bi xwe bûn. Lê pişt re me biryar da ku em her konserekê mevanekê vexwînin. Ji ber ku dema pandemiyê de hemû hunermend ji sahneyan qût bûn. Konsera duyemîn li Keleha Zerzevanê hat lidarxistin. Mîkaîl Aslan bû mevan. Cara ewil bû ku piyanoyeke akûstîk me bi vîncan derxist serê wî çiyayî, ji bo me cerebeyek bû û tişteke balkêş bû. Nîvê şevê heya serê sibê akorda piyanoyê hat kişandin û bi hilatina rojê re performans hat pêşkeşkirin. Konsera sêyemîn li navçeya Gêlê pêk hat. Mevanê me Koma Lawje bû. Me xwest li vir bi hemû zaravayên kurdî stranan pêşkêş bikin. Me jê re got ‘dengê paşerojê’ ji ber ku zimanek û dîrokeke bi hezar salan ya wan deveran heye. Me xwest ku di van rojên dramatîk û mirov di hundir de hefs bûne kêm jî be bêhna mirovan derkeve.” Kanîwar, anî ziman ku ji ber mekanên dîrokî nasnameya bajaran e, ji bo konseran mekanên dîrokî bijartin e. 
 
KONSERA ÇAREMÎN LI SÛRÊ YE
 
Kanîwar, da zanîn ku wê konsera 4’emîn a Amîdayê li navçeya Sûra Amedê were lidarxistin û wiha domand: “Konsera 4’emîn wê li Sûrê bê lidarxistin û wê mevanên surprîz hebin. Konser an dê li dêrekê an jî wê li maleka dîrokî bê lidarxistin. Ji ber zivistan e em mecbûrin cihekî girtî de konsera xwe bikişînin. Em hewl didin ku 20 an 21’ê çile konserê bikşînin lê carna alav guncav nabin. Ji ber wê li gorî guncavbûna wan roj diyar dibe. Heke pirsgirêkek dernekeve wê 6’ê Sibatê konser were weşandin.”
 
‘EM Ê CEJNA NEWROZÊ BIBIN HER MALÊ’
 
Kanîwar, destnîşan kir ku ji niha ve amadekariya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dikin û got: “Wê konserek bi taybetî ji bo 8’ê Adarê bê lidarxistin. Wê Koma Jin a Ma’yê û hunermendên mêvan stranên xwe bêjin. Ji ber hunermend surprîz in ez niha nikarim navê wan parve bikim. Bernameyeke taybet jî wê ji bo Cejna Newrozê were çêkirin. Wê ew bername di 20’ê Adarê de bê weşandin. Par bernameyên Newrozê ji ber pandemiyê ji nişkê ve betal bûn û sekinîn. Lê îsal em ê hewl bidin bi Konserên Amîdayê, Newrozê bibin her mal û deveran.” 
 
‘STRAN BÛN MEVANÊN MALÊN XELKÊ' 
 
Kanîwar, anî ziman ku di konsera yekemîn de ferq kirine ku civak ji performansa muzîka zindî re çiqas birçî maye û wiha got: “Bêguman tu çi bikî jî ne mimkin e ku ew sînerjiya li salonan ava bibe. Me hewl da ku ev konser naşibin klîban û me xwest ku mirov raste rast xwe li mekanên konserê hîs bikin. Ji bo wê jî bi sedan şiroveyên li binê wan performansan hatine nivîsandin dibêjin ‘me bêhn sitend'. Ên ku ji vî welatî ne û li dîasporayê ne bi sala ne nehatine welatê xwe nedîtine hem xemgîn û kêfxweş bûn. Ji bo xelkê xwe em hewl didin mehê carekê konserekê pêşkeş bikin. Kesên ku li konseran temaşe dikin dibêjin 'kêliyekê be jî em ji atmosfera karantînayê xelas bûn û stran bûn mevanên mala me.’ Wê ev proje heya 10 konseran berdewam bike. Eger pandemî îsal biçe wê parta duyemîn a Konserên Amîdayê jî dest pê bike.”
 
‘DIVÊ HUNER Û MUZÎK NESIKINE’
 
Kanîwar di dewama axaftina xwe de qala xebatên Ma Muzîkê kir û wiha got: "Ji roja me dest bi xebatên xwe kir heta niha her sal rojên muzikê çêdikin. Bi rojên muzîkê armanca me ew e ku xebatên li Ma’yê tên kirin, perwerdehiyên ku tên dayîn bi dîwanên xwendekaran em ji malbat û civakê re pêşkêş bikin. Da ku em bêjin hatine vê astê êdî dikarin performansê pêşkeş bikin. Ji ber pandemiyê me nikaribû li eywanên mezin konserên mezin li dar bixin û malbatan dawetî Ma’yê bikin. Me jî li ser hesabên xwe yên medya civakî dîmenên şagirtên xwe weşandin û 3’yemîn Rojên Ma Mûzîkê bi vî şiklî li dar xist. Me gotibû em ê zarokên vî welatî bê muzîk û stran nehêlin. Vaye di rojên pandemiyê de jî em hem perwerdehiya xwe berdewam dikin hem jî performansên xwendekaran nîşanî civakê didin. Rast e pandemiye û em di malên xwe de ne lê divê huner û muzîk nesikine. Em dikarin ew hêla travmatîk, derûniya negatîf û bêhêvîbûnê bi huner û muzîkê ji holê rakin.” 
 
MA / Fahrettîn Kiliç - Eylem Akdag