Hejmara 18’an a Kovara Dilopê derket

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 18’an a Kovara Dilopê derket. Di dosyeya vê hejmarê de cih ji analîzên nivîskar û siyasetmedarê kurd Tarik Ziya Ekîncî re hatiye veqetandin. 
 
Hejmara 18’an a Kovara Dilopê, ku her ji du mehan carekê bi du zimanan tê weşandin û kovareke çand, huner û polîtîkayê ye, derket! Dosyeya vê hejmarê ji analîzên Tarik Ziya Ekinci yên li ser begên Licê pêk tê. Ekinci ji aliyê civakî, siyasî û aborî ve wan dinirxîne û tespîtên muhîm kiriye. 
 
Mesut Alp ê arkeolog di kovarê de nivîsên xwe yên rengîn berdewam dike. Alp di vê hejmarê de qala Girnewazê dike ku li herêma Nisêbînê weke Girê Cinan tê binavkirin.
 
QALA SERHILDANA 1925’AN DIKIN 
 
Di vê hejmara kovarê de dîsa du gotarên tarîxî hene ku ji aliyê Mehmet Bayrak û Nevzat Onaran ve hatine lêkirin. Bayrak jî, Onaran jî berê xwe dane serhildana 1925’an. Bayrak di gotara xwe de lêkolaye bê ka Komara Tirkiyeyê piştî sehildana 1925’an ji aliyê sazûmanî û îdeolojîk ve çawa dest bi êrişkariyê dike. Onaran jî, bi serhildana 1925’an ve girêdayî, qala paşperdeya qanûna bi navê “Takrir-i Sukûn” dike.
 
LI SER HELBESTA ROJEN BARNAS 
 
Di warê rexne û analîza edebiyatê de kovar di hejmara nû de cî dide gotareke têr û tije. Kenan Örmek li Zanîngeha Artûklûyê lîsansa xwe ya bilind dike û teza xwe li ser helbesta Rojen Barnas dinivîse. Örmek, beşeke vê teza xwe bi serenavê “Îdeolojiya çepgir di helbesta Rojen Barnas de” ji bo kovarê amade kiriye. Nivîs nêzîkayiya polîtîk a helbesta nifşê kovara Tîrêjê bi helbestên Rojen Barnas li ber çavan radixe.
 
Bulent Gedîk rêzenivîsên xwe yên derheqê teoriya Marksîzmê de berdewam dike û di vê nivîsa xwe de çavkanî û hêmanên Marksîzmê rave dike.
 
Mela Mihyedîn berê xwe daye muzîka yaresanan û hêlên wê yên mîstîk bi hûrgilî raçav kiriye. Dîsa Haydar Karataş jî li ser çandeke kevnar a mîstîk a Anatolyayê nivîsiye. 
 
Di hejmara ewil a 2021’an de Ayhan Erkmen jî di nivîsa xwe de qala şevên dirêj ên Serhedê û bîranînên zaroktî û xortaniya xwe yên ji wan şevbuhêrkan dike. Meltem Akyolê jî sohbeteke geş kiriye di warê zarokan de. Hevpeyvîna Akyolê, ligel Îmam Cîciyê xêzkarê kovara GOG’ê ku yekem kovara xêzeromanê ya bi kurdî ye, di vê hejmarê de digihê xwîneran. 
 
Nivîsên Bariş Avşar, Fewzî Bîlge, Uygur Orhan, Îbrahîm Karaca û Recep Maraşli; çîroka D. Demiryan; helbestên Mehmet Çetîn, Iakovos Kambanellis, Paul Eluard, Mehmûd Derwîş û Muslum Aslan rûpelên vê hejmarê xemilandine.