Ji Weşanên Aryen'ê yek jê tirkî 3 pirtûkên nû derçûn

img

AMED - Weşanên Aryen, xebatên xwe yên weşangeriyê bê navber didomîne. Weşanxaneyê 2 jê berhemên girtiyan 3 pirtûkên nû çap kir.

 
Weşanên Aryen, 2 roman û yek helbest bi giştî 3 pirtûkên nû çap kir. Weşanxaneya ku bi gelemperî di navbera girtiyên di zindanan û xwendevanan de pira wêjeyê ava dike, berhemenên 2 girtiyên ku bi salan e di zindanê de ne, çap kir.
 
DIZÊN NASNAMEYAN
 
Romana A. Latîf Karaaslanli ya bi navê "Dizên Nasnameyan" ji 260 rûpelî pêk tê. Qêrîn, rê û rêwîtî, biryar, bendemayîn, qasid, bîranîn, dem û mirov, nasîn hîmê romanê ava dikin. Ev hevokên romanê, naveroka pirtûkê jî rave dikin: "Diz her tim li dû xwe hin tiştan dihêlin, kesên ku zanibin çi ji wan hatiye dizîn bi hestên tolê dikevin nava bizavan, yên ku nizanibin çi ji wan hatiye dizîn, valahiyek xwe li wan digire. Di jiyana wan de her tim ev valahî xwe bi wan dide hîskirin. Kengî rastî hin sedeman dibin, pirs li ser hev tên hişe wan û dikevin nava lêgerîna bersivan..."
 
Nivîskarê romnê A. Latîf Karaaslanli, di sala 1978'an de li navçeya Bismilê ya Amedê hatiye dinyayê. Zarokatiya wî li Bismilê derbas bûye û heta lîseyê li vî bajarî xwendiye. Di ciwantiya xwe de demeke kin di zindanê de dimîne û piştî ku derdikeve, tevlî tevgera azadiyê dibe. Di sala 2004'an de careke din tê girtin û cezayê muebedê lê tê birîn. Niha li Girtîgeha Kirikkaleyê.
 
TEMENÊN LI BER BAHOZÊ
 
Romana A. Hekîm Kozluk a bi navê "Temenên Li Ber Bahozê" ji 176 rûpelan pêk tê. Nivîskar berhema xwe ya duyemîn diyarî dê û bavê xwe dike û sedema vê yekê jî bi vê hevokê tîne ziman: "Ev bîst û heşt sal in diya min û bavê min bajar bi bajar, zîndan bi zîndan li pey min zdigerin û hemû qehra zîndanê bi min re jiyan û dijîn. Vê berhemê diyariyî dayîk 3u bavê xwe yên hêja dikim."
 
Roman serboriya têkoşîn û têkoşerên di navbera tebaxa 1984'an û 2016'yan de bi zimanekî sade û hilû vedibêje: "Vê biharê, ruyê Nisêbînê wekî heyveke zîvîn e ku di pişt ewran de maye. Rûyê Nisêbînê wekî deqandineke di demê de wênandî tê û di min dibihure. Lê em bêxatirxwestin in... Em girêdayî veqetandinên xwe nhe hetanî bi mirinê..."
 
Nivîskar A. Hekîm Kozluk d i sala 1974'an de li gundê Tildîbê yê girêdayî Hezexê hatiye dinyayê. Di temenê xwe yê biçûk de Tevgera Azadiyê nas kiriye û tevlî dibe. Di sala 1992'yan de li Colemêrgê tê girtin û bi cezayê muebedê tê mehkûmkirin. Berê jî pirtûka wî ya Zirgewre (Çîrok) ji Weşanên Aryenê hatibû çapkirin.
 
MERASÎMÊN XATIR ÊN BÊXEMGÎNÎ
 
Kalender Durukan ku berê pirtûka wî ya "Dîvane Bîr Şîn" di heman weşanxaneyê de hatibû çap kirin, ev car bi pirtûka helbestan a bi navê Merasîmên Xatir ên Bêxemgînî (Hüzünsüz Veda Törenleri) derdikeve pêşberî xwîneran.
 
Nivîskar Kalender Durukan di sala 1984'an de li Pazarcix a Gurgumê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn û lîse jî li Dîlokê xwendiye.