Wênesaz Çelîk du welatiyên ji helîkopterê hatin avêtin xêz kir

img

AMED - Wênesaz Tîmûr Çelîk,  wêneyê Servet Tûrgût û Osman Şiban ên li Wanê hatin îşkencekirin û dûre ji helîkopterê hatin avêtin xêz kir. Çelîk, diyar kir ku wî bi vê xêzkirina xwe, xwestiyê bûyerê derbasî dîrokê bike.

 
Di 11'ê Îlonê de li navçeya Şaxê ya Wanê, eskeran Servet Tûrgût (55) û Osman Şîban (50) binçav kiribûn û paşê derketibû holê ku eskeran her du kes ji helîkoterê avêtine. Talûkeya jiyana Tûrgût dewam dike û Şiban jî duh bi şev sewqî Mêrsînê hat kirin. Bertekên li dijî îşkenceya li welatiyan hat kirin, dewam din. Wênesaz Tîmûr Çelîk ê li Almanyayê dijî bi xêzkirina Tûrtût û Şîban ên ji helîkopterê hatin avêtin, berteka xwe anî ziman.
 
‘RÊBAZÊN ŞERÊ QIRÊJE’
 
Çelîk ê li Kartala Stenbolê mezin bû û 26 salin li Almanyeyê dijî, ji sala 2015’an ve bi navê “Şahidê bûyerê (Eyewîtness)” wêneyên boyaxa zeytê xêz dike. 
 
Çelîk, derbarê vê xebata xwe de axivî û got: “Berî 3-4 rojan ji Ajansa Mezopotamya agahiya min ji vê bûyerê çêbû. Li dijî gundiyên kurd, her tim ev rêbazên şer ên qirêj hene û dewam dikin. Lê vê carê dile min pir êşiya. Cûntaya Arjantînê ya di navbera salên 1964 û 1985’an hat bîra min. Ji nişkave min biryar da. Di dîroka hunerê de gelek wêne hene. Mîna Ramanê Îkarûs. Piştî ku rapora bijîşkan derket holê min dest bi xêzkirina wêne kir. Ez xebatên xwe yên wiha li Twîtterê parve dikim. Wêneyê min xêz kir pir hat ecibandin. Ji ber ku di demê xwe de hat çêkirin. Min xwest ez bûyerê bi xêzkirina wêneyê jî vebêjim. Bi vê min armanc kir ku vê bûyerê derbasî dîrokê bikim.”