Qeyûm cihê Sînemaya Yilmaz Guney dike hawiz

img

ÊLIH - Qeyûmê ku di sala 2016'an de tayinî Şaredariya Êlihê hatibû kirin, Sînemaya Yilmaz Guney xera kiribû. Lê belê qeyûmê ku niha hatiye tayinkirin jî wê cihê sînemayê bike hawizê xemlê û wê daxilî nav Parka Ataturkê bike. 

 
Sînemaya Yilmaz Guney, di sala 2004'an de ji aliyê Şaredariya Êlihê ve hatibû çêkirin. Piştî di sala 2016'an de qeyûm tayinî Şaredariya Êlihê hat kirin, deriyê wê hat qufilkirin û di 30'yê Çileya 2017'an de jî hat derpêşkirin ku ji ber qontaxa ceryanê agir pê ketiye û şewitiye. Lê belê niha jî qeyûmê nû tayinî şaredariyê hatiye kirin wê cihê sînemayê bike hawizê xemlê û wê daxilî nav Parka Ataturkê bike. 
 
Hevşaredarên HDP'î Mehmet Demîr û Songul Korkmaz ku di hilbijartina 31'ê Adara 2019'an de hatibûn hilbijartinê, beriya hilbijartin soz dabûn ku wê Sînemay Yilmaz Guney cardin çêbikin. Piştî hilbijartinê hevşaredaran çêkirina sînemayê berpêşî meclîsa şaredariyê kiribûn û meclîsê jî biryar girtibû ku sînema bê çêkirin. Lê belê ji ber ku qeyûmê di sala 2016'an de hatibû tayinkirin 307 milyon Tl deyn xistibû stuyê şaredariyê, şaredariya HDP'î çêkirina sînemayê taloqî sala 2020'an kiribû. Lê belê di 23'yê Adara 2020'an de cardin qeyûm tayinî şaredariyê hat kirin û çêkirina sînemayê cardin hat betalkirin. 
 
WÊ CIHÊ SÎNEMAYÊ BIKIN HAWIZ
 
Ev çend roj e sênc û çîtên li dora cihê sînemayê hatine rakirin û tê diyarkirin ku wê cihê cînemayê daxilî nav Parka Ataturkê bê kirin. Li gor agahiyên ji şaredariyê hatine wergirtin wê qeyûm cihê sînemayê bike hawizê xemlê. 
 
Hevşaredar Songul Korkmaz ku qeyûm tayinî şûna wê hat kirin got: "Sînemaya Yilmaz Guney tenê ne hêwanek e, êdî bûye remzeke bajêr. Lewma me xwestibû em cardin çêbikin. Di saziyan de berdewamiyî esas e. Lewma divê cardin sînema bê avakirin."