Perestgeha Rojê bi tûnebûnê re rûbirû ye

img
ŞIRNEX- Perestgeha Rojê ya li navçeya Hezexê ku diyarî xwedayê rojê Şamaş hatiye kirin û raboriya wê heta beriya zayînê diçe, bi tunebûnê re rûbirû ye.
 
Yek jî berhemên dîrokî yên li herêma Botanê Perestgeha Rojê ya li navçeya Hezexê ya Şirnexê ye. Li gorî hin çavkaniyan Perestgeha Rojê beriya zayînê dema pir xwedawendan ji xwedayê rojê Şamaş (Ahûra Mazda) re hatiye lêkirin. Di dîrokê de perestgeh ji aliyê Med, Gûtî, Asûrî, Akad û Persan ve jî hatiye bikaranîn. Ev civak ji bo xwedayê başiyê Şamaş li perestgehê li hev kom bûne û nezir dane û îbadet kirine.
 
HEZAR SAL IN LI SER PIYANE
 
Di 20 sal in dawî de banê beşa perestgehê ya ber bi bakûr ve ye rûxiyaye. Bermahiyên her çar dîwarên perestgehê hê jî li ser piya ne. Li perestgehê paceya ku têde tîrêjên rojê dikevin hundir û nava perestgehê ronî dike jî heye. Di hûndirê perestgehê de li ser dîwaran fîgûrên tavê yên ku bi kils û cilsê hatine çêkirin jî hene. Kesên ku ji rojê bawer dikin hê jî tên serdana perestgehê û heya tîrêjên rojê di paceyê de winda dibin îbadetên xwe dikin. 
 
BI RÛXANDINÊ RE RÛBIRÛ YE
 
Ji ber ku heta niha ji bo parastinan perestgehê xebatek nehatiye kirin, malên li tenîşta perestgehê komira xwe ya şewitandî dirijînin perestgehê û xesar didine perestgehê. Ji ber van sedaman perestgeha dîrokî bi tunebûnê re rûbirû ye.
 
MA / Zeynep Dûrgût