Qursên Komeleya Çand û Hunerê ya Dicleyê dest pê kirin

img
AMED - Komeleya Çand û Hunerê ya Dicleyê qeydên qûrsên xwe yên ji bo serdema nû dan destpêkirin. Rêveberê Komeleyê Ehmed Yilmaz ji bo serlêdanên qûrsan banga beşdariyê kir.
 
Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê di 27’ê Mijdara 2019’an de li navçeya Sûrê ya Amedê hat vekirin. Komeleya ku ji bo zarok û ciwanên navçeya Sûrê dest bi xebatan kir, ji ber belavbûna şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) navendê navber dabû xebatên xwe. Komeleyê ji bo serdema nû qeydên qursên atolyeyên xwe dan dest pê kirin. Di atolyeyan de qursên tembûr, erbane, gitar, wêne xêz kirin û ji bo zarokên temenê wan di navbera 9 û 12’an de jî wêne kişandin heye. Qeydên kursan wê heta 2 mehan bidome.
 
QURS DAWIYA HEFTEYÊ NE
 
Rêveberê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê Ahmet Yilmaz derbarê qûrsên atolyeya ku din banê komeleya wan de werin dayîn axivî. Yilmaz, diyar kir ku ji ber şewba vîrusa coronayê (covîd-19) tedbîr girtine û wiha axivî: “Di hemû polên me de dezenfektan hene. Hejmara xwendekaran a di polan de wê kêm be. Mamosteyên me wê bi rûpoş û stareya didin ber rûyê xwe û bikevin dersan. Dê navber di nava xwendekaran de hebe. Mesela dema qursa tembûrê dest pê kir wê 2 an 3 xwendekar li cem hev bin. Qursên me ji xeynî wêne kişandinê ji bo yên temen mezin in. Ji ber ku kesên serî li kursên me didin piranî xebatkarin, atolyeyên me rojên wan bi piranî dawiya hefteyê ne. Qûrsên me hefteyê du roj û du saet in.”
 
‘JI BO ZAROK Û CIWANÊN SÛRÊ XEBAT DIDIN MEŞANDIN’
 
Yilmaz, da zanîn ku li gor geşedanên pêvajoya vîrusa coronayê wê koroyeke ji 40 kesan re pêk tê ava bikin. Yilmaz, ji bo serîlêdanên qursên wan banga hestiyariyê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Sûr ji bo me cihekî taybet e. Ji ber wê me li Sûrê komeleya xwe vekir û me xwest ji bo zarok û ciwanên Sûrê xebatan bidin meşandin. Li gor derfetan em difikirin ku ji bo zarokan jî koroyekê çêbikin.”