Divê Sînemaya Yilmaz Guney cardin bê çêkirin

img
ÊLIH - Keça Yilmaz Guney Elîf Guney Putunê xwest Sînemaya Yilmaz Guney ku qeyûmê Şaredariya Êlihê ew girtibû, cardin bê vekirin û got, Yilmaz Guney mîrateyeke çandî û dîrokî ye. 
 
Li Êlihê di sala 2004'an de di dema Şaredar Huseyîn Kalkan de dest bi çêkirina Sînemaya Yilmaz Guney hatibû kirin û sînema di sala 2006'an de temam bûbû. Lê belê di sala 2016'an de piştî qeyûm tayinî şaredariyê hat kirin, sînema hat girtin û di 30'yê Çileya 2017'an de agir bi sînemayê ket û sînema şewitî. 
 
QEYÛM ANKET ÇÊKIR
 
Şêniyên bajêr xwestibû cardin sînema bê çêkirin, lê belê qeyûm guh nedabû daxwaza wan. Rêveberiya qeyûm bi pirsa "mizgeft an eywana sînemayê yan qada hêşîn" anketek çêkiribû. Lê belê raya giştî bertek nîşanî vê anketê dabû. 
 
Beriya hilbijartina 31'ê Adara 2019'an namzetên Şaredariya Êlihê yên HDP'î Songul Korkmaz û Mehmet Demîr, soz dabûn wê sînemayê çêbikin. Her du hevaşredar piştî hatibûn hilbijartin daxuyandibûn ku wê projeyê di sala 2020'an de temam bikin. Lê belê di 23'yê Adara 2020'an de cardin qeyûm tayinî şaredariyê hat kirin û bi vî hawî cardin proje hat sekinandin. 
 
'SÎNEMA YA GEL E'
 
Hevşaredar Songul Korkmaz ku qeyûm tayinî şûna wê hat kirin, destnîşan kir ku jixwe gel di anketê de bersiva der barê Sînemaya Yilmaz Guney de dabû. Korkmaz, bilêv kir ku çawa şaredarî dewr girtibûn di civîna ewil a meclîsa şaredariyê de ji bo çêkirina sînemayê biryar girtine û got: "Lê ji ber ku qeyûmê berê 307 milyon TL deyn xistibû stuyê şaredariyê, ji bo destpêkirina înşeata sînemayê budçeya me ne guncan bû. Di nava plansaziya me ya 2020'î de hebû. Lê belê çawa pandemî dest pê kir, qeyûm jî hat tayinkirin. Kes tên û diçin, lê belê divê biryarên hatine girtin di cî de pêk bên. Sînema ya gel e û gel sînemaya xwe dixwaze." 
 
'DIVÊ GEL XWEDÎ LI YILMAZ GUNEY DERKEVE' 
 
Keça Yilmaz Guney Elîf Guney jî destnîşan kir ku demildest divê eywana sînemayê bê çêkirin. Putun, îşaret bi peykerê Yilmaz Guney ê li Qada Sêwregê ye kir û got: "Peyker, bîrarî, baxçe helbet cihê şanaziyê ne, lê belê ev tenê wekî teselliyekê bi min tê. Wekî nîşandanekê ye; lê biner em xwedî lê derdikevin, em bibîr tînin... A girîng mirov mîrateya wî ya çandî bidomîne." 
 
Putun, destnîşan kir ku divê gel xwedî li Yilmaz Guney derkeve û got: "Ji lewra Yilmaz Guney mîrateyeke çandî ya Tirkiyeyê ye. Lê mixabin niha jî Yilmaz Guney ji bo hin kesan wekî 'talûkeyê' dixuyê yan jî wekî deriyê rantê tê dîtin." 
 
Putun, destnîşan kir ku li Êlihê divê Sînemaya Yilmaz Guney cardin bê çêkirin. 
 
MA / Metîn Yoksû