Piştî ji kar hat derxistin sehneyeke alternatîf ava kir

img
AYDIN - Şanoger Arkin Selek ku piştî ji Şaredariya Efelerê hat derxistin Atolyeya Ekîbî ya Komeleya Çand û Hunerê ava kir, karê xwe yê 32 salan niha tevî ekîba xwe ya ji 60 kesan pêk tê didomîne. 
 
Şanoger Aydin Selek ku di bin banê Şaredariya Efeler a Aydinê de li şanoya bajêr dixebitî, meha Gulanê ji kar hat derxistin. Selek, piştî ji kar hat derxistin ket nava hewldanine nû. Piştî wextekê Atolyeya Ekîbî ya Komeleya Çand û Hunerê ava kir. Niha 20 jê dildar 60 endamên ekîbê hene û Selek tevî van kesan dixebite. 
 
XEBATEKE KOLEKTÎF 
 
Selek, anî ziman ku piştî rêveberiya şaredariyê ya nû nexwestiye pê r ebiaxive ji kar hatiye derxistin. Selek got: "Di vê pêvajoyê de pir fikirîm. Û min got, çi dibe bila bibe ez ê tu carî dev ji şanoyê bernedim. Lewma me atolye vekir û niha em li vê derê karê xwe didomînin." 
 
Selek, bilêv kir ku şano karekî ekîbî ye û gotî lewma navê "ekîbê" li xwe kirine. Selek got: "Karê afbrîkasyonî cuda ye, ruhê atolyeyê cuda ye. Di atolyeyê de destkarî muhîm e. Lewma xwendekarên li atolyeyê tenê ne şanogertiyê, tiştên esasî yên şanoyê jî hîn dibin. Armanca sereke ya vê derê, xebateke kolektîf e. Em dekora xwe çêdikin û kincên xwe bi xwe didirûn." 
 
Selek, anî ziman ku cihekî kavilbûyî kirine sehne û got: "Axirê me sehneya li gor dilê xwe çêkir. Em bi saya aîdat û piştgiriya hevalên ekîbê li ser pêya ne." 
 
JI SEDÎ 60 DIÇE JI DEWLETÊ RE
 
Aydin, anî ziman ku nexasim di dema şebwa Covîd-19'ê de gelek şanoger betal mane û got: "Derdora hunerê bandoreke mezin ji şewbê girt. Nexasim mirovên di şanoya dewletê de pir tesîr girtin. Di sektora me de gava tu akribî bilîzî tu qezenc dikî. Di dema şewbê de dewletê qet nehişt em derkevin ser dikê. Jixwe havînan jî vekirina sehneyan ne pir muhîm e. Bi şewbê re KDV daket ji sedî 1'ê. Lê cardin jî tu nikarî sehneyê vekî. Ma KDV'ê kêm bike wê çi bibe?" 
 
Selek, destnîşan kir ku niha ji sedî 60'ê dahata wan diçe ji dewletê re. 
 
MA / Esra Solîn Dal