Da dû xeyala xwe ya zarokatiyê û bi ser ket

img
MÛGLA – Ayfer Turkmen ku ji zarokatiya xwe ve resman xêz dike, anî ziman ku armanca wê vê hunerê bi her kesî bide hezkirin. 
 
Ayfer Turkmen ku li navçeya Bodrûm a Mûglayê dijî, ji dema dibistana navîn heya niha resman xêz dike. Turkmenêî anî ziman ku xêzkirina resman xiyala wê ya zarokatiyê bû û daye dû xeyala xwe heya ku pêk aniye. 
 
Turkmen, got: "Pêşî min bi qelemziriçê çêdikir, lê dû re min bi boyaxa avî û akrîlîkê dewam kir. Niha bi saya resman debara xwe dikim. Havîna li standên şaredariyê ji bo turîstan resman xêz dikim. Resmên min xîtabî kuçeyê dikin. Piranî resmên begonvîl, behr, kelehan çêdikim. Resmên ji bo turîstan çêdikim jî piranî yên Bdorûmê ne. Bi resmên xwe hewl didim kompozîsyona xwe biafirînim. Ji xeynî wê resmên razber jî çêdikim." 
 
DIXWAAZE HUNERA XWE BIDE HEZKIRIN 
 
Turkmen anî ziman ku heya niha bi sedan resmê çêkirine û got, armanca wê vê hunerê bide hezkirin û got: "Beriya pandemiyê min li atolyeyan der dida. Dû re min bi awayekî onlîne dewam kir lê pir bi kêr nehta. Hêvîdarim piştî pandemiyê cardin ez ê bigihêm xwendekarên xwe." 
 
Turkmen, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê qîmeta hunermendan pir tuneye û got, hunermend nikarin hunera xwe îcra bikin. Turkmen, anî ziman ku li Tirkiyeyê piştgiriya huner û hunermendan nayê kirin û got: "Heger tu hunermend bî û piştgiriya te neyê kirin, wê çaxê pêşî tu li ser debara xwe hûr dibî. Yanî amûr pir biha ne û her diçe bihatir dibin. Ligel vê bi pêşektina teknolojiyê re dîjîtal derket hlê û her kes berê xwe dide wan." 
 
MA / Esra Solîn Dal