Vokalê Kazim Koyûncû: Di muzîkê de şoreşek pêk anî

img

ARTVÎN – Vokalê Kazim Koyûncû Harûn Topaloglû ji bo Koyûncû got: "Ji herêma me fikra em dikarin ji cîhanê re bistrên û muzîkê bikin niçiland." 

Hunermend Kazim Koyûncû ku digot "Ez muzîkjen im, dû re hebikekî Ji Behra Reş im lê ji beriya her tiştî ez şoreşger im" di 34 saliya xwe de, 25'ê Hezîrana 2005'an, ji ber nexweşîna pençeşêrê jiyana xwe ji dest dabû. Vokalê wî Harûn Topaloglû behsa wî kir. 
 
Harûn Topaloglû ku heya Kazim Koyûncû jiyana xwe ji dest da vokalîstiya wî kir, anî ziman gava li kafeyekê dişixulî Kazim Koyûncû nas kiriye. Topaloglû, diyar kir ku ji Koyûncû hîn bûye ku muzîk tenê ne strangotin e û got: "Tişta Kazim li we zêde dikir ji sehneyê zêdetir tiştên jiyanû bûn. Bi Kazim re min hin mirovên din û muzîkên din nas kirin. Tişta li min zêde kir, ez bi xwe bûm. Bi ya min têgiha qencî an jî xerabiyê tuneye; kevn û nû heye. Tişta herî girîng a ji Kazim hîn bûm jî ev bû." 
 
DI MUZÎKA WÎ DE ŞOREŞ HEBÛ 
 
Topaloglü, got: "Kazim tiştekî ne aydê cîhanê nekir. Awayê muzîka wî jî ne a wî bû. Lê xermaneke wisa kir ku bi me cuda dihat. Çimkî kurmê me şikand. Me fêm kir ku em çawa muzîkê guhdar dikin. A rast naveroka stranên wî ne ew qasî civakiyî bûn. Lê di muzîkê de şoreşek hebû. Ji herêma me fikra em dikarin ji cîhanê re bistrên û muzîkê bikin niçiland." 
 
Topaloglû, anî ziman ku Kazim Koyûncû peyama "Bes tu hilweşîne, bibe xwe" dida û got, bi saya Koyûncû feraseta wan a ji bo muzîkê guheriye û dû re dest bi a nû kirine. Topaloglû, anî ziman ku Koyûncû lêpirsînkirina jiyanê jî hînî wî kiriye. 
 
Topaloglû, destnîşan kir ku muzîk kesayetiya hunermendan dide der û got: "Mesela tu qet nas nakî lê li Amedê, li Îzmîrê hin kes ji Kazim hez dikin. Yanî muzîk xwedî bandoreke ev qas mezin e. Helbet ji bo vê dengxweşbûn tenê ne bes e. Bandora Kazim a herî mezin enerjiya wî bû. Ez li cem wî bûm, min ew nas dikir. Li her derê Tirkiyeyê belav bû û gava mirovan dengê wî dibihîst tesîr jê digirtin." 
 
Topaloglû, ji bo Koyûncû got: "Bi ya min di muzîkê de şoreşek pêk anî." 
 
 MA / Tolga Guney