Qereçiyê Tirkiyeyî: Divê em hevdu hembiz bikin

img
EDÎRNE – Serdar Zimba, diyar kir ku qereçiyên bi sed salan jiyana dêmanî red kirine, êdî bi lihevkirina çanda cihên ku lê dimînin re hewl didin jiyana xwe bidomînin û ev tişt got: “Divê em bêyî ku li netew, ziman û ola hev binêrin hevdu hembiz bikin.”
 
Qereçiyên ku yek ji civaka herî rengîn a Cîhanê ne, bi serdeman jiyana dêmanî û milk red kirine û tevahiya dîrokê bi bazirganiya sewalan, muzîk û qerfvaniyê debara xwe kirine. Ji ber van taybetmeniyên xwe, îro li bajarên ku guherîne asê mane. Ji ber ku li bajaran asê mane, êdî neçar hatine hiştin ku debara xwe bi karên cuda jî bikin. Herî zêde jî li qrîza aborî bandor li wan dike û ji ber vê bandora zêde niha li bajaran bi berhevkariya çopê debara xwe dikin. Rêveberê Rêxistina Partiya Demokratîk (HDP) ê Navçeya Navendî ya Edîrneyê Serdar Zimba ku eslê xwe qereçî ye, pirsgirêkên ku dijîn û sedema siyasetkirina xwe ya di nav HDP’ê de vegot.
 
NIVÎ TÊR NIVÎ BIRÇÎ
 
Serdar Zimba, diyar kir ku beriya 30 salan qereçiya bi xebata nav zeviyan debara xwe kirine û wiha got: “Bi zêdebûna hêza makîneyê re derfetên kar kêm bûne. Qereçî, îro bi şivanî, xurdefiroşî û berhevkariyha çopê debara xwe dikin. Nivî têr û nivî jî birçî ne. Li Afrîkayê birçîbûn û tîbûn û zarokên ku dihelin hene. Herkes li ber wan dikeve. Em jî li ber wan dikevin. Heman birçîbûn li Tirkiyeyê li ser qereçiyan jî heye, lê hê jî baş derneketiye holê.”
 
‘MIN JI DAYIKA XWE RE DIGOT TU BI GAWIRKÎ DIAXIVÎ’ 
 
Zimba, bi lêv kir ku qereçî di serî Ewropa li her dera dinyayê belav bûne û ev tişt got: “Li Tirkiyeyê di nav şertên zehmet de bi lêvkirina çanda vir re hewl didin jiyana xwe bidomînin. Qereçî weke ku dixwazin çanda xwe nadomînin. Bila mirov bi qereçî biaxivin, kilaman bibêjin û ziman û çanda xwe bi pêş bixin. Lê wiha nîne, mînak ez bi tirkî diaxivim. Tenê çend peyvîn qereçî zanim. Di zarokatiyê de dema ku dayika min bi qereçî diaxivî, min jê re digot tu çi bi gawirkî diaxivî. Di rastiyê de ev eslê min û zimanê min ê zikmakî bûye, lê ez ne di vê ferqê de bûme.”
 
NE LI DIJÎ ZIMAN LI DIJÎ NÎJADPERESTIYÊ YE
 
Di berdewamê de Zimba, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê ji bilî zimanê tirkî hemû ziman hatine qedexekirin û ev nirxandin kir: “Dema ku di zarokatiyê de diçûm dibistanê û sikû bi tirkî diaxivîm, dema ku diçûm malê jî bi qereçî dihat axaftin. Kesekî ku qereçî bide hînkirin tunebû. Ji ber vê yekê jî aciz dibûm. Ji berk u zext li ser mirovan hebû, herkes ket etriya canê xwe. Kesên ku bi zimanê xwe axivîn ji bîr nekirin, lê kesên ku bi zimanê xwe neaxivîn jî neçarî tirkî hatin kirin. Divê êdî ev bê derbaskirin.  Çima dema bi îngilizî tê axaftin aciz nabî û dema ku bi mirov bi zimanê xwe diaxivin pirsgirêk çêdibe? Dibe ku mirov bi zimanê xwe biaxivin. Zanîna ziman ne şerm e. Xesarê vê ji kê/î re heye? Ez ne li dijî ziman, ol û alê me, li dijî nîjadperestiyê me.”
 
‘NE TEKPARÊZÎ XWIŞK Û BIRATIYA GELAN’ 
 
Zimba, got ku divê êdî qereçî qereçîbûna xwe, kurd kurdbûna xwe, tirk tirkbûna xwe, pomak pomakbûna xwe, ermenî ermenîbûna xwe û laz lazbûna xwe bijî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê em li şûna tekparêziyê xwişk û biratiya gelan bihebînin û hembiz biikin. Bêyî ku em li zayend, netew, ol û mezheba hev binêrin hevdu hembiz bikin, wê bingeha xwişk û biratiyê jî bê avakirin. Bi vê rêbazê ne kes xîzan ne jî kes dewlemend dibe. Divê herkes perwerdeyê bi zimanê xwe bigire û perwerdeya xwe li ser jiyandina zîndewaran ava bike. Heke wiha bibe wê mirov qîmetê bidin hev û ji tiştên nebaş dûr bikevin.” 
 
‘BI XELASKIRINÊ ROJÊ KAR NAMEŞE’
 
Di nirxandinên xwe de Zimba, gotinên Erdogan ên derbasê qereçiyan de bi bîr xist û derbarê mijarê de ev tişt anî ziman: “Tê gotin ku em gelek baş dijîn û azad in. Azadî xweanîna ziman e. Anî ziman a tiştên ku tê xwestin ne azadî ye. Heke tiştên ku nayên xwestin jî bên ziman azadî heye. Bi xelaskirina rojê kar nameşe.”
 
ÇIMA BÛE HDP’Î
 
Zimba, sedema cihgirtina xwe ya di nav rêveberiya HDP’ê de jî bi van gotinan aşkera kir: “Kekê min HDP’î bû. Min jê gelek feyz gir. Bi wî min partiyê nas kir. Hevaltî û têkiliyên mirov li vir xweş e. Bi rastî jî bangî gelên din ên ku HDP ji xwe re weke dijmin û terorîst dibînin dikim û dibêjim ku HDP ne wisa ne. Em dixwazim li vir aştî pêk bê. Bila sûcê me aştî, xiwşk û biratî be. Bila mirov baş bên gihandin, ji hev re rêz bigirin û xerabî nebe. Hin caran di nûçeyan de ji bo HDP’ê nebaş nîşan bidin nehewiyan dikin. Lê ez gelek ber vê dikevim. Tiştek wiha tuneye. Pêwîstiya mirovan bi aramiyê heye. Divê rastî derkevin holê. Timik rastî li vî welatî tê veşartin. A weke B, B jî weke C tê nîşandan. Gelek agahiyên şaş didin mirovan. Min ev dîtin. Ji ber vê ez li vir im.”
 
MA / Ferhat Çelîk