'Bila dest nedin Munzur Baba'

img

DERSÎM – Alî Baba Akdogan ku 17 salin bi dildarî li Navçeya Pilûrê ya Dersîmê Kaniyên Munzûrê Diparêze û çira difiroşe, xwest tu kes desetên xwe jî nedin dilopek ava Mûnzûrê. 

Ava Mûnzûrê û Kaniyên Mûnzûrê ji bo gelê herêmê û Dersimê pîroz e. Aliyê çandî û baweriya olî de Kaniyên Munzûrê ji bo Gelê Dersîmê pîroz e. Niha rayedar dixwazin li der û dorê Kaniyên Mûnzûrê înşaetê çêkin. Li djiî vê yekê bertek û nerazibûnên gelê Dersimê zêde dibe. Welatî diyar dikin ku dema bi maşîneyên kar têkevin qadê dê kaniyên Mûnzûrê bimiçiqin. Welatiyê Gundê Ziyaretê Alî Baba Akdogan ê 85 salî ku 17 salin bi dildarî nobedarê Kaniyên Mûnzûrê ye û li vir çira difiroşe, li dijî înşaeta fikarên xwe anîn ziman. Akdogan, diyar kir ku malbata wan ji zuriyeta Huseyîn Abdal ê ku birayê Munzur Baba tê û wihag got: "Ji bo der û dora Kaniyên Mûnzurê qirêj nebe çi ji destê min tê ez dikim. 17 salin li vir xizmeta Munzur Baba dikim. Heta ez sax bim ezê xizmeta vir bikim. Ez çira li malê çê dikim û li vir difiroşim. Zivistanî berfa vir paqij dikim. Ez daran diparêzim. Em dixwazin dest ava Munzûre nedin. Em naxwazin bi kepçe û dozeran têkevin vir û wêran bikin. Nimêja me semah û îbadetxaneya me cemxane ye. 
 
MA / Ayşe Surme