Mehmet Atli ‘Morî Mircan’ pêşkêşî hezkiriyên xwe kir

img

AMED – Hunermend Mehmet Atli albûma xwe ya bi navê “Morî Mircan” pêşkêşî hezkiriye xwe kir. Atli dibêje ku wî di albûmê de cih daye motîfên folklorîk û kevneşopiyê. 

 
Hunermend Mehmet Atli xwedî girseyek guhdar û temaşevanan ên hezkiriyên muzîka kurdî ye. Mehmet Atli piştî demek dirêj albûma bi navê “Morî Mircan” derxist. Albûm bi etîketa fîrmaya Muzîkê ya KOM’ê derket. Di albûmê de 9 stran hene û 3 heb stran gelerî ne. Stranek jî enstrümantal e. Strana “Reng esmerê” ya hunermend Mihemed Şêxo, jî gotiye. Her wiha helbesta “Gula Dil” a Mazhar Kaya jî kiriye beste. Albûm li ser hemû platformên dîjîtal hat belavkirin.  Atli dibêje ku wî di albûmê de cih daye motîfên folklorîk û kevneşopiyê û li ser stranan gelek xebitiye.
 
Atli anî ziman ku ew gelek girîngiyê dide hunermendên kurd ên ku ji wan re bûne mamoste û ew li ser stranên hunermendên koça dawî kirine jî xebitiye. Atli got wî gelek helbestên helbestvanên kurd jî kiriye stran. 
 
Atli diyar kir ku divê azadiya gelê kurd û mafên wan di çarçoveya mafên mirovahiyê de were nirxandin û mafê kurdan neyê desteserkirin. 
 
Atli da zanîn ku hin tiştên wan dikin hevpar hene û wiha got: “Yek ji van di serî de ziman e. Lê di zimanê me de jî pir rengî heye. Zaravayên me û devokên herêmên me hene. Xwedî cudahî û dewlemendiyek mezin e. Zimanê me dişibe pircudahî û pirrengiya xwezayê. Çawa ku xweza dîmenek xweşik pêşkêşî me dike. Zimanê me jî xweşikiyê pêşkêşî me dike.” 
 
Atli anî ziman ku tevî hemû astengî û kêmasiyan jî muzîk ango stranên kurdî tên hilberandin û afirandin.