Piştî 2 meh û nîvan Qesra Îshaq Paşa cardin mêvan hewandin

img

AGIRÎ - Piştî 2 meh û 16 rojan deriyên Qesra Îshaq Paşa cardin hatin vekirin û mirov dest bi serdana wê kirin. 

Wekî gelek waran di çaçroveya tevdîrên vîrûsa coronayê de Deriyên Qesra Îshaq Paşayê jî hatibûn girtin û kesî nikaribû serdana wê bike. Lê belê piştî qedexe bi dawî bûn deriyên qesrê di 16'ê Hezîranê de cardin hatin vekirin. 
 
Mehmet Alkan ku serdana qesrê kir, anî ziman ku ji Bazîdê ye lê belê bi salan e li Aydinê dijî û got, ji ber vîrûsê hatiye warê xwe. Alkan, diyar kir ku ewilî serdana tirba Ehmedê Xanî û Qesra Îshaq Paşayê kirine û got: "Min xwest zarokên min hay ji vê dîrokê hebin. Ev pir girîng e. Ji bo zarokên me bêyî vê dîrokê mezin nebin em behsa van avahiyê dîrokî dikin." 
 
Fatmagul Alkan jî ku ji Stenblê hatiye û tevî malbata xwe serdana qesrê kiriye. Alkan, diyar kir ku heqê ketina qesrê 20 TL ye û got: "Lê divê ji bo kesên di nav hefteyê de tên hinekî kêm bikin. Avahiyeke dîrokî ye, lê derdora wê baş nehatiye çêkirin." 
 
MA / Dîndar Karataş