Navê 'Arîn Mîrkan' li albuma xwe kir

img

STENBOL - Albûma solîstê Koma Agirê Jiyan Alî Jiyan derket a bi navê "Arîn Mîrkan" derket. 

Albuma ewil a hunermend Alî Jiyan gihaşt ber destê muzîkhezan. Jiyan ku di bin banê Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) de dest bi muzîkê kiribû û demek dirêj di nav Koma Agirê Jiyan de cih girtibû, piştî kom belav bû xebatên xwe bi tena serê xwe domandin. Jiyan, piştî xebateke çend salan albumek amade kir û navê "Arîn Mîrkan" li albuma xwe kir. 
 
Arîn Mîrkan, di 5'ê Cotmeha 2014'an de li Kobaniyê di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû. 
 
Albûma Jiyan ji 12 stranan pêk tê û bi etîketa Art Recordsê derketiye. Stranên di albumê de cih digirin ev in: “Arîn Mîrkan”, “Kurd im Ez”, “Newroz”, “Royê Mi”, “Kavirê Min”, “Tariya Şevê”, “Dem Şêrîn e”, “Lo, Dûrim”, “Koyê Dersim”, “Berxwedan Jiyan e” û “Potporî”.
 
Alî Jiyan albuma xwe diyarî Arîn Mîrkan û Qasim Engîn kiriye ku Engîn di 27'ê Gulanê de li herêma Bardostê di êrîşeke hewayî ya Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dabû. 
 
Jiyan, anî ziman ku gava DAIŞ'ê li Rojavayê dest bi êrîşên xwe kirin dest bi amadekariyên albûma xwe kiribû û got, albûma wî berhema xebateke kolektîf e. Jiyan, got: "Album li ser navê min derket lê tê de bi dehan kes hene. Ji bo em têkoşîna Arîn Mîrkanê ya li dijî DAIŞ'ê û serdema rizgarkirina Kobaniyê bidin der me ev album amade kir. Wê demê hem li ser gelê Rojavayê hem jî li herêmên din li ser kurdan êrîşine mezin hebûn. Êrîşine dijminane pêk dihatin. Lê ji bo zanibin wê nikaribin vîna me bişikînin û zanibin em natirsin me xebateke bi vî rengî çêkir." 
 
Her wiha Jiyan bal kişand ser êrîşên li ser ziman û muzîka kurda jî û got: "Çawa ku em bi rêzgirî nêzî hemû zimanan dibin, divê her kesî jî bi heman awayî nêzî ziman, muzîk û nirxên me bibe. Di serdemeke ku empatî nemaye de û êrîşine dijwar çêdibin helbet em ê xwedî li ziman û nasnameya xwe xwedî derkevin." Jiyan, destnîşan kir ku di vî warî de barê mezin dikeve ser milê hunermedên kurd û got: "Ji bo azadiya gelê me em di kurdî de israr dikin. Helbet divê em tim israr bikin. Di vê pêvajoyê de em bi êrîşine dijminane û cihêkariyî re rû bi rû dimînin. Îjar ji bo mirovên me bêhêvî nebin û hepsî nav vê çerxa tirsê nebin û ji bo bal bikişînim ser jiyaneke azad, wekhev û demokratîk min ev albûm çêkir." 
 
MA / Mehmet Aslan