Dêr di nav kavalên şaredariyê de maye 2019-11-28 09:21:41   ERZIROM - Li Erziromê dêra ermeniyan di nav kavalên şaredariyê de ma.    Li taxa Gezkoy a navçeya Azîziye ya Erziromê, Dêra Sûrp Mînasê di nav kavilên înşeatê yên şaredariya AKP'î de ma û hindik maye hilweşe.    Dêr di sala 1790'î de ji hêla ermeniyan ve hatiye çêkirin û mulkiyeta wê aîdî welatiyê bi navê Sabrî Ergîn e. Ergîn jî li Almanyayê dimîne. Di sala 2010'an de wekî berhemeke dîrokî hat tescîlkirin û wêneyên li ser dîwarên wê yên hundir hatibûn xêzkirin gelek jê hatine jêbirin û her wiha defînegeran jî dîwarên dêrê texrîb kirine.    Şêniyên taxê anîn ziman ku şaredarî molozên înşeatê li dora dêrê vala dike û gotin, heger wisa dewam bike wê dêr di bin kavilan de bimîne.